'Tirkiye dixwaze li ser penaberan pere qezenc bike'
AMED (DÎHA) - Platforma Têkoşîna ji bo Jinên bi Zorê Hatine Ragirtin bi jinên êdizî ve bi munasebeta Roja Penaberan a Cihanê daxuyanî dan diyar kirin ku di serî de li Rojhilata Navîn li gelek deverên cihanê trajediya penaberan berdewam dike, Tirkiye jî dixwaze bi riya penaberan pere qezenc bikin.
Platforma Têkoşîna ji bo Jinên bi Zorê Hatine Ragirtin, bi munasebeta 20'ê Hezîranê Roja Penaberan a Cihanê li Sumerparka Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevparên platformê, jinên êzidî yên li Kampa Fidanlikê dimînin ên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji Şengalê koçber bûne û hatine jî beşdarî daxuniyê bûn. Daxuyanî bi kurdî ji aliyê Leyla Ferman, bi tirkî jî ji aliyê Şukran Mizrak ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku li Rojhilata Navîn û cografyayên ku şer diqewime tabloya ku panebar di nav de ne wahîm e û îro jî ev yek didome, qatlîamên bi komî û bi zorê koçberkirin didome, jin bi awayeke sîstematîk rastî îşkenceya fizîkî û êrîşa zeyandî tên, di bazarên koleyan de tên firotin.
Di daxuyaniyê de jinan anî ziman ku Tirkiye penaberan ji bo xwe wekî mirovên ku dê bi milyaran euro pere bide qezenckirin dibîne.
(sa)