DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Xwedawenda evîn û heqîqetê: Sema

 
16 Hezîran
09:46 2016

AYŞE KURAN

AGIRÎ (DÎHA)
- Sema Yuce li hemberî esaret, înkar û îmhayê di 21'ê Adara 1998'an de bedena xwe da ber agir û di 17'ê Hezîranê de dema li nexweşxaneyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Yuce bedena xwe di navbera 8'ê Adarê û 21'ê Adarê de kir pire û bi vê çalakiya xwe di Newrozê de vîn û têkoşîneke bêhmpa ya jinê da avakirin.

Sema Yuce bi çalakiya xweya dîrokî xwest bedena xwe di navbera 8'ê Adarê û 21'ê Adarê de bike pire, di 21'ê Adara 1998'an de dema li Girtîgeha Çanekkaleyê dima, berî çalakiyê nameyek nivîsî bû. Bi gotinên wekî, "Ji bo ez bibim şagirteke herî baş ya Kawayê Hemdem Mazlum Dogan û hemû şehîdên meyên din, dixwazim wekî Zekiyeyê bişewitim, jina ku bibe çirûskeka vê, dê Kurdistana azad bihûne" û xwest rastiya heqîqet û azadiyê bi van gotinan bîne ziman. Yuce di 21'ê Adarê de bedena xwe da ber agir û di 17'ê Hezîranê de gihişt şahdetê û li pey xwe têkoşîneke bêhempa ya jina azad hişt.

Yuce di sala 1971'an de li gundê Qerqelik a Dutaxê ya Agiriyê di malbateke 6 zarokî ya ji kevneşopiyên şêxtiyê tê de hatiye dinê. Yuce hêj di temenê zarokatiyê de bi rastiya kurd re rû bi rû dimîne, dibistana seretayî li gund, dibistana navîn li Dutaxê, lîseyê jî li Agiriyê dixwîne. Piştî lîseyê Yuce Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Teknîkê a Rojhilata Navîn bi dest dixe, zêde dem bi sere derbas nabe, PKK'ê nas dike. Di nava têkoşîna gelê kurd de cih digire û di 1991'an de li Mêrdînê beşdarî nav refên PKK'ê dibe, Yuce piştî demekî li herêma Mêrdînê dimîne, ji bo perwerdeyê derbasî Akademiya Mahsun korkmaz dibe. Yuce li vir Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nas dike û gutinên Ocalan ên wekî "Mirovê xwe bi rêxistin dike milîtanê herî baş e" ji bo xwe wekî rêgez esas digire, di sala 1992'yan de bi komek hevalên xwe re di meha havînê de derbasî herêma Serhedê dibe.

Yuce demekî li vir di xebatan de cih digire û di nava vê demê de derbasî Agiriyê dibe û qasî 3 mehan li vir xebatê dimeşîne, dema di nava xebatan de ye li ser îxbarekî li navenda bajêr tê girtin. Piştî lêpirsîneke demdirêj, Yuce parastina siyasî dike û piştî derdixin dozgeriyê tê girtin û dişînin girtîgehê. Yuce piştî 22 salan cezayê girtîgehê lê tê birîn, destpêkê dişînin Nevşehîr û piştre sirgûnî Girtîgeha Çanakkaleyê dikin. Yuce piştî 6 salan di girtîgehê de dimîne, bi amadekariyên komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re, li hemberî hemû planên qirêj, îmha û înkarê di 21'ê Adarê 98'an de li girtîgehê bedena xwe dide ber agir. Yuce piştî çalakiya xwe qasî 80 rojî li Nexeşxaneya Falulteya Tibê ya Cerrahpaşa y Stembolê tê dermankirin, di 17'ê Hezîranê de tevli kerwanên şehîdan dibe.

Leyla Qasima Araratê

Dayika Yuce Zennure Yuce di 18'emîn salvegera şahdeta keça xwe de li mala ku keça wê lê bû û mezin bûye, vegot. Dayik Yuce diyar kir ku keça wê di zarokatiya xwe de keseke bêdeng û bi serwext bû, aşkera kir ku wê her dem bi navê Leyla Qasim a ku bûye sembola têkoşîna jina kurd bangî keça xwe dikir. Yuce got "Sema keseke cuda bû" û diyar kir ku dema keça wê li Enqereyê dixwand ew demekî çûye ba keça xwe û guhertinên wê demê di Semayê de dîtibû bi van gotinan anî ziman: "Semayê ji min re got were Enqereyê. Ez bi zarokên xwe re çûm Enqereyê. Maleke piçûk bû. Ez qasî mehekî li Enqereyê mam. Min guhertinên di wê de ferqkirin. Têkiliya wê bi xwendekariyê re nemabû. Qasî mehekî ez li Enqereyê mam, me piştre rojekî agahî ji Semayê negirt. 3 rojan me agahî negirt, piştre me bi rêya xizmên xwe bihîst ku Sema tevli bûye."

Xezîneya Semayê...

Dayik Yuce bi bîranînên ji keça wê maye axaftina xwe berdewam kir, li odeya ku keça wê têde mezin bûye, di vîtirinê de wêneyên Yuce yên zarokatiyê mêze dike û di nava ferhenga 27 hezar 500 gotinî de gula ku pelên wê hişkbûnê dide nîşan. Dayik Yuce 16 ansîkopediyên cîhanê û 3 wêneyên çarçovekirî yên Semayê dide nîşan û aşkera dike ku Yuce xwendekareke bi tevger bû. Her wiha nameyên ku ji hêla hevalên Yuce ve hatine şandin jî bi baldarî vedişêre.

Bi stranên dayika xwe mezin bû

Dayik Yuce aşkera dike ku keça wê gelekî jiyana gund hez dikir, têkiliyên bi keça xwe re û nêzikatiya keça wê li hemberî jinê jî bi van gotinan anî ziman: "Li gund kar gelek bû, alîkarî dika karkeran. Gelek ji sîwarbûna hespê hez dikir. Dema zanîngeh bi dest xist û piştre vegeriya malê, bi xwişka xwe re di vê odeyê de radiza. Min heta sibehê ji wan re stran digot. Em diçûn Zozanan û ew jî bi me re dihat. Hêj piçûk bû digot ez dê bixwîmin û jiyana te bikim pirtûk."

'Sema bû Zîlan'

Dayik Yuce da zanîn ku piştî keça wê bedena xwe daye ber agir ew çûye nexweşxaneyê û keça wê ji wê pirsa "Dayê Serok ji bo min çi got?" ji wê pirsiye, wê jî bersiva "Sema bû Zîlan" daye keça xwe.

'Em dê doza xwe nefroşin'

Yuce herî dawî destnîşan kir ku ew dê xedî li doza kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane derkevin, der bare xwerêveberiyên cewherî yên li Kurdistanê de jî ev tişt anî ziman: "Heke 10 zarokên minên din jî hebûna, minê ew her 10 jî ji bo kesên li Sûjr û Cizîrê feda bikirana. Bi rojan cenaze li erdê man. Em wekî gelê kurd bêdeng man. Şêx Seîd çawa tenê hat hiştin, Cizîr, Silopiya û Amed jî tenê hat hiştin. Kurd ji komkujiyê re bêdeng man. Ez sedema bêdengiya wan nizanim? Dê ev yek wisa nemîne. Ji dema komarê heta niha çend komkujiyên wiha hatin kirin. Dîsa jî kurd xilas nebûn. Dema komkujiya Dersimê hat kirin jî gotin kurd qediyan. Lê dîsa jî kurd neqediyan. Dê kurdê xwedî şeref neqedin. Em heta sax bin em dê li pey doza zarokên xwe bin. Em li pey soza xwe ne. Em dê zarokên xwe û doza xwe nefroşin."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN