DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

‘Kiras û fîstan ji bo jinê remza zindîbûnê ye'

 
16 Hezîran
09:34 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Jina dirûnger Îmran Dogan diyar kir ku kiras û fîstan di çanda jina kurd de cihekî taybet digire û kiras û fîstan ji bo jina kurd remza zindîbûnê ye.

Kiras û fîstan cil û bergên jinan ên gelêrî û herêmî ye. Di çanda cil û bergên jinên kurd de kiras û fîstan cihekî taybet digirin. Li gelek bajarên Kurdistanê yên wekî Wan, Colemêrg, Sêrt, Şirnex, Mêrdîn, Amed, Bedlis, Mûş û bajarên din jina kurd kirs û fîstan li xwe dike. Bi taybetî di rojên cejn, şahî û xweşiyan de jin kiras û fîstanê herî xweşik û bedew li xwe dikin. Jina dirûnger û felasa kiras û fîstana dike Îmran Dogan berî erdheja Wanê li çarjiya jêr karê dirûngeriya kras û fîstanan dikir. Piştî erdhejê koçî Mêrsînê bû û niha li vir karê xwe berdewam dike. Dogan, ku pîşeyê dirûngerî û fesaliyê ji malbatê fêr bûye, li vir jî heman pîşeyî berdewam dike.

‘Divê jin ji malê derkevin'

Dogan, xwest jin teqes tev li jiyana derve bibin û azad tev bigere. Dogan, anî ziman ku azadî tenê ne derketina kolanan e û divê azad biryara pêşerojê jî bide û wiha got: "Divê jin di aliyê aboriyê de jî azad be. Divê jin xwe ji malê rizgar bike û karibe bi serê xwe bi afirîne. Kiras û fîstan ji bo jinan cihekî taybet digire. Ev çanda kiras û fîstan ji bo jinan remza zindîbûnê ye. Jin ji bo rojên taybet, şahî û dawetan gelek dixwazin. Ez ji vî kari hez dikim û eleqeya li hemberî kiras û fîstan gelek zêde ye.
Kiras û fîstan çanda jina kurd e. Ez hem ji vî kari hez dikim û hem jî ji bo parastina vî pîşeyî têdikoşim."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN