Hem debar e hem derman e!
WAN (DÎHA)- Dayika bi navê Belkiza Aşan a 60 salî ya li navçeya Elbakê dijî li qontarê çiyayê Nedîrokê bi gihayên ku kom dike hem debara xwe dike hem jî ji bo hin nexweşiyan derman çêdike.
Li axa Kurdistanê mendik, so, sîrîk, qung, rêvaz û gelek gihayên ku şîn dibin ji bo gel hem dibe çavkaniya debarê hem jî çavkaniya şîfayê ye. Li navçeya Elbakê ya Wanê dayika bi navê Belkiza Aşan a ku li zozanê Nedîrokê bi gihayên ku kom dike ve hem debara xwe dike hem jî ji bo tedawiya hin nexweşiyan derman çêdike. Dayika Belkiza ya ku debara xwe bi vî rengî dike diyar kir ku Kurdistan bi hewa, av û axa xwe ve bi sedan salan e ji bo gelê kurd çavkaniya şîfa û debarê ye. Dayika Belkiza anî ziman ku di dawiya meha gulanê de ji bo giha û pincarê kom bikin diçin çiya û zozanan û wiha axivî: "Ev giha û pincar li zozanên Colemêrg, Şemzînan, Çewlîg, Feraşîn û Wanê şîn dibin."
'Em dermanên xwe bixwe çêdikin'
Dayika Belkiza diyar kir ku giha û pincarê ku kom dike jibilî çêkirina xwarinan ji bo hin nexweşiyan derman jî çêdikin û wiha got: "Em dermanên xwe jî bijişika xwe jî bi van pincarên ku kom dikin ve çêdikin." Belkiza Aşan destnîşan kir ku gihayên ku li zozanê Nedîrokê şîn dibe ji bo gelek nexweşiyan baş e û ev nexweşî jî yek bi yek vegot. Aşan bilêv kir ku punga ku kom dikin zuwa dikin piştre di dermankirina birînan de bi kar tînin, dîsa gihayê bi navê nonjdarî jî ji bo tansiyon, êşa serî û iltihabê bi kar tînin, heke hinek bê xwarin serêşê dibire û tansiyonê baş dike.
Bi hewa û ava xwe ve hem dibe debar hem jî derman
Aşan diyar kir ku gihayên ku kom dikin, ji hev derdixin di xwadinan de bi kar tînin, piştî ku mendik, so, sîrîk û pincaran ji hev cuda dikin hem penêrê bi giha çêdikin, dixin nava xwarinan bi saya gihayên Kurdistanê debara xwe dikin. Aşan herî dawî wiha got: "Kurdistan bi hewa, av û axa xwe ve bi sedan salan e gelê kurd têr dike, dihewîne."
(sa)