Park bi destên wan xweşik dibin
MÊRSÎN (DÎHA) - Li navçeya Akdenîzê jinên ku serê sibehê heta êvarê park û refujan bi destên xwe ve xweşik dikin, piştî ku ji kar derdikevin limalê jî mecbûr dimînin bixebitin, Jinan diyar kirin ku ji bo bikaribin li ser piyan bimînin li hemberî hemû zehmetiyan li ber çavan digirin.
Li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê jinên ku li Midûriyeta Park û Baxçeyan a Şaredariya Akdenîzê dixebitin bi destên xwe refujan xweşik dikin. Jinên ku li aliyekî şitil û kulîlkan diçînin di heman demê de jî li hemberî zehmetiyên jiyanê disekinin, piştî ku ji kar derdikevin vê carê jî li malê heta saetên dereng ên şevê dixebitin. Jinên ku her roj serê sibehê saet di 07.00'an de dest bi kar dikin piştî saet 17.00'an jî karê xwe li malê didomînin.
Jina bi navê Ayşe Eksîk, diyar kir ku bi awayeke rojî heta saet 17.00'an dixebite. Eksîk anî ziman ku şitlên ku amade dikin piştre li parkan û qiraxa riyan diçînin û wiha berdewam kir: "Kulîlkên ku li rê û parkan dibînin em amade dikin."Eksîk anî ziman ku li malê tenê ew dixebite, bêyî ku muxtacî kesekî bin têkoşîna jiyana didin.
'Bila tenê jin bi xwe bawer bin'
Eksîk destnîşan kir ku jin dikarin bêyî ku muxtacî kesekî bibin dikarin li ser piyan bimînin, bila jin tenê bi xwe bawer bin. Eksîk got ku ligel hemû zehmetiyan jî bêyî ku bêzar bibe dixebite, hemû jin jî dikarin vê yekê bikin.
Fatma Coşkun jî got ku piştî ku ji kar derdikeve êvarê jî li malê dixebite, li malê xwarinê çêdike, malê paqij dike. Coşkun diyar kir ku ew li zarokê xwe yê li girtîgehê jî dinêre ji bo vê jî li hemberî van zehmetiyan disekine.
(sa)