Meclîsa Jinê ya HDP'ê: Em dê ji bo Geverê seferber bibin
COLEMÊRG (DÎHA) - Heyeta Meclisa Jinê ya HDP'ê navçeya Geverê ya di êrîşên komkujiyê de wêran bûye ziyaret kir.
Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Pervin Buldan, diyar kir ku ew dê hemû derfetên xwe ji bo Geverê seferber bikin.
Meclîsa Jinê ya HDP'ê ku ji 15 kesan pêk tê, li navçeya Geverê ya di êrîşên hêzên dewletê de wêran bûye ziyaret kir. Heyetê li navçeya Geverê ku 79 rojan di bin êrîşan de ma û bi hezaran xanî ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin xerakirin lêkolîn kir. Heyeta ku ji Endamên Meclîsa jinê ya HDPê Asiye Kolçak, Aynur Tîmûr, Beycan Taşkiran, Nur Aytemur, Gulsüm Agaoglu û Wekîla Seroka Meclîsê Pervin Buldan jî di navde ji 15 kesan pêk tê, gund û taxên Yeşildere, Dizê, Kişla, Mezarlik, Orman, Cumhuriyet û Gungor ziyaret pêk anîn.
Pişti lêkolîn û lêgerînê Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Pervin Buldan, diyar kir ku dewletê Gever talan kiriye û wêran kiriye û wiha got: "Dewletê xera kir û wêran kir. Lê em jî dê hemû derfetên xwe ji bo Geverê seferber bikin. Em dê 5 rojan li Geverê lekolîn bikin û piştgiriyê bidin welatiyan.
(mae)