DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Di serdema AKP'ê de 477 zarok hatin kuştin

 
11 Hezîran
11:31 2016

STENBOL (DÎHA) - Serokomar Tayyîp Erdogan ê ku her dem bi gotinên divê jin zarokan biwelidîne êrîşê jinan dike, ji hêlekî ve jî di serdema desthilatdariya wî de 477 zarok ji hêla "hêzên ewlehiyê" ve hatin kuştin. Di dema qedexeya derketina kuçeyan heta niha tenê li Kurdistanê 80 zarok ji hêla hêzên dewletê ve hatin kuştin. Jinan bertek nîşanî Erdogan da û aşkera kirin ku ew zarokan ji bo bên kuştin naynin dinê.

Serokomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan, di her axaftina xwe de bangî jinan dike û dixwaze jin "3 an jî 4 zarokan biwelidînin", lê di 11 salên desthilatdariya Erdogan de 477 zarok ji hêla hêzên dewletê ve bi awayekî hovane hatin kuştin. Di dema qedexeya derketina kuçeyan de 8 zarokên kurd hatin kuştin.

Kujerên zarokan in

Endama Jinên Yeryuzu Burçak Gorel, diyar kir ku şerê ji hêla AKP'ê ve tê meşandin, herî zêde jin û zarok bi bandor dibin. Gorel got ku Erdogan her dem di axaftinên xwe de bangî jinan dike û dixwaze jin zarokan biwelidînin û wiha pêde çû: "Ya rast dewlet her dem welidandinê li ser jinan ferz dike û bi kuştina zarokan hebûna xwe dide avakirin. Dewlet ji hêlekî ve zarokanînê li ser jinan ferz dike, ji hêlekî ve jî zarokên ku jinan aniye dinê qetil dike."

'Dê jin komkujiyan rawestînin'

Gorel aşkera kir ku tu hêviyên wan ji dewleta ku jin û zarokan dikuje nema ye û ev tişt got: "Divê êdî ji vê rewşa daxwazê bê derketin, di xala daxwaz kirinê de têkoşîn bê dayîn. Divê jinên ku herî zêde ji şer bi bandor dibin tiştekî bikin."

Zarok di hembêza dayikan de mirin

Endama Komeleya Jinên Keskesorê Fîtnat Durmuşoglu jî bal kişand ser zarokên li Kurdistanê hatine kuştin, diyar kir zarokên kurd di hembêza dayika xwe de jiyana xwe ji dest dane, dîsa bedena jinê hatiye teşhîskirin û ev tişt anî ziman: "Ji xwe kesên di şer de bên kuştin hemjara wan ne girîng e, ji xwe çawa hebe zarokên kurdan in. Polîtîkaya dewletê ya bi salan ji xwe naxwazin hejmara kurdan zêde be. Ji bo wê jî di bin navê kontrolê de jinên kurd tên stewrkirin. Niha jî bi fikara dê nifûsa kurdan zêde be dijîn. Her wiha banga welidandinê li jinan dikin ku ji artêşa tirk re leşker hewce ye."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN