Parastina cewherî mafekî mirovî ye: Ji Çîlem re azadî
EDENE (DÎHA) - Jina bi navê Çîlem Dogan a ku neçarî ma parastina xwe ya cewherî pêk bîne û bi çekî hevjînê xwe kuşt, bi 15 salan cezayê girtîgehê hat cezakirin. Parêzerên Dogan ji bo biryarê bibin temyîzê serlêdan pêk anî. Parêzera Dogan, Songul Yildiz diyar kir ku Çîlem ê parastina xwe ya cewherî pêk aniye û li jiyanê maye, lê li hemberî vê yekê ceza li Çîlem hatiye birîn, ji bo Çîlem azadî xwest.
Jina bi navê Çîlem Dogan ji ber ku bi şideta hevjînê xwe Hasan Karabulut re rû bi rû dima û parastina xwe ya cewherî pêk anî û bi çekî Karabulut kuşt, li ser kuştina Karabulut li Dogan 15 sal cezayê girtîgehê hat birîn. Li hemberî cezayê ku hatiye dayîn, serokê dadgehê ev tişt got: "Dema dosyayên kesa ku berî sûc bike li ber çavan bê giritn, ji bo ceza li Çîlem bê birîn cih tune." Lê li ser vê yekê jî bi dengdayîna giştî 15 sal ceza li Çîlem hat birîn.
'Çîlem ji bo bijî kuştiye'
Parêzera Dogan, Songul Yildiz diyar kir ku dadgehê ji bo ceza bide Dogan, hincetên biryara ceza aşkera nekiriye. Yildiz bi bîrxist ku 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê, difikire ku "di binê tehrîka bêmaf de ev sûc kiriye", lê bi şehra serokê dadgehê û bi dengên endamên din 15 sal ceza li Çîlem hatiye birîn û ev tişt hat gotin: "Ya rast Çîlem ji bo xwe biparêze û neyê kuştin ev kuştin piêk aniye. Bi dehan caran serlêdan pêk aniye lê nehyatiye parastin, ev pergala ku şidet û gefên Hasan Karabulut nedaye astenkirin, ceza li wê birîn nayê qebûlkirin."
Bi belgeyan dikaribû piştrast bûya
Parêzera din a Çîlem Dogan, Sevîl Araci Bek got ku ew der barê biryara Dogan de li ser UYAP'ê re daxwaznameya demgirtinê daye Dadgeha Bilind û dê di demek kurt de serlêdana temyîzê bikin. Bek bi lêv kir ku şideta ku Dogan pêre rû bi rû maye, diakre bi belgeyan bê piştrastkirin, lê ji ber vê jî dîsa 15 sal ceza li Çîlem hatiye birîn.
Bek da zanîn ku dosyayeke ku divê parastina rewa be, biryara hatiye dayîn ne rewa ye û wiha axivî: "Biryara şerhê ya ji hêla serokê dadgehê ve gelekî girîng e, em ji Dadgeha Bilind biryareke erênî hêvî dikin. Dê rûniştin temyîz be. Em ê li wir jî bi devkî bînin ziman."
Bek li ser kampanyaya piştgiriyê ya li ser medyaya civakî hatiye destpêkirin û azadiya Çîlem dixwaze jî gelekî girîng dîn û aşkera kir ku Çîlem dengê hemû jinan e. Bek piştrast kir ku têkoşîna jinan ya piştgiriyê didin hev jî xwedî wate ye.
(ms)