'Rakirina destnedayînan fetisandina qada siyasiyê ye'
WAN/DÎLOK (DÎHA) - Partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk yên Wan û Dîlokê qebûlkirina rakirina destnedayîna wekîlên HDP'ê şermezar kirin. Li Wanê 15 baroyên Kurdistanê ev helwesta li hemberî wekîlên HDP'ê şermezar kirin û diyar kirin ku ev helwest fesitandina qada siyasî ye.
15 Baro yên Kûrdîstanê yê ku li Parqa Feqiyê Teyran hatin cem hev der barê geşadanên rojana û qebûlkirina Pêşnûmeya rakirina destnedayînên parlamenteran de daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê Baro ya Wanê Mûrat Tîmûr li ser navê baroyan daxuyani xwend û diyar kir ku di doza qetilkirina Tahîr Elçî de tu gav nehatiye avêtin û qetilkirina Elçî bûye kiryar nediyar.Timûr balkişand ser dorpêçkirina li Kurdistanê berdewam dike û wiha got; “Li Kurdistanê di serî mafê jiyanê, aborî, tenduristî û civakî de rewşek xetere derketiye holê şera ku li Kurdistanê berdewamdike tehemûla gel aniye asta hera jor.”
Tîmûr bertek nîşanî "Rakirina Destnedtayînan" ya ku duh li meclîsê hat qabûlkirin da û wiha got; “Ev birayara hatiye qebûlkirin li ser hesabên polîtîk hatiye erêkirin. Ev qanûn qrîza siyasî wê kur bike û qada siyasî bifetisîne.” Tîmûr anî ziman ku di sala 1994’de girtina parlementerên DEP’ê de ji derktetiye holê ku bi ev gav gavek ne li rê ye.
Baroyên ku tevlî daxuyaniyên bûn: Baroya Wan, Şirnex, Êlîh, Mûş, Amed,Çewlik, Riha, Colemêrg, Dersîm, Agirî, Sêrt, Qers-Erdexan, Mêrdîn, Bêdlîs, Semsûr.
DÎLOK
HDP a Dîlokê jî bi heman armancê li Parqa Yeşîlsûyê daxuyanî da çapemeniyê. Saziyên sivîl, gelek nunerên partiyên siyasî bi sedan welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de panqarta li ser "Dest nedin wekîlên me û vîna me" û dovîzên "Ji derbeyê re na" , "Ji bo demokrasiyê bêje na" û "Dest nedin wekîlên me" hat hilgirtin. Li ser navê girseyê Hevserokê HDP'a Dîlokê Erkan Şahîn daxuyanî da. Erkan diyar kir ku Tirkiye bi vê biryara rûreşiyak din xist rupêlên dîroka xwe û got: "Ev rûreşiya û destnedaniyan li ser parlementerê me bi destên AKP-MHP û CHP'ê derbe hat lidarxistin.
Erkan da zanîn ku dê heta dawiyê li hemberî derbeya qonaxê rawestin û her tim parlemneter û partiya xwe biparêzin. Erkan anî ziman ku parlementoya nîjadperest û faşîst nikarin erka gel têk bibe û wiha got: "Emê heta dawiyê li partiya xwe û parlementerên xwe xwedî derkevin. Bila tu kes nebêjin me têk bir. Emê bi rêxistina xwe û bi biryara xwe ev lîstikên weyî qirêj têk bibin û emê serbikevin."
Daxuyanî bi dirûşme û çepikan bi dawî bû.
(msd/fb/sa)