Dê li her tax û gundan projeya 'Bostanê Bajar' belav bikin
AMED (DİHA) - Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê bi projeya "Bostanên Bajar ên Amedê" armanc dike ku rê li pêşiya koçberiya demsalî bigire û her li her tax, navçe û bajarî vê projeyê têxin meriyetê. Meclîs bi vê projeyê armanc dike ku ji her bostanekî 60 malbat debara xwe bikin.
Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Serokatiya Daîreya Hêzkirina Aboriya Herêmî û Meclîsa Ekolojiya Bajar a Amedê projeya "Bostanên Bajar ên Amedê" xist merdiyetê. Piştî ev proje xistin meriyete rastî eleqeyek mezin hat. Di çarçoveya projeyê de deviya ku ji 300 dolimî pêk tê, dê çandinî bê kirin. Heta niha çandiniya du bostanan hat kirin û çandiniya bostanê seyemîn tê kirin. Dê bi vê projeyê ji her bostanekî 60 malbat karibin sûdê jê bigirin.
Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Yuksel Aslan Acer, diyar kir ku ew armanc dikin ku bi vê projeyê rê li pêş koçberiya demsalî bigirin û malbatên Amedê xwedi bostanên xwe bin. Acer, da zanîn ku qada hilberînê ji malbatan re vdikin û malbat dê bi awayekî koleptif hilberina baxçeyan û fêkî bikin.
Acer, anî ziman ku li Brezilya jî "Gundiyên bê ax" hene û hemû bi hevre hilberîna hevpar dikin. Acer, da zanîn ku sala par li Anbar û Peyasê ev proje xistin meriyetê û îsal bi hevkariya Meclîsa Ekolojiya bajar dixwazin vê porjeyê belav bikin. Acer, destnişan kir ku dixwazin rê li pêş koçberiya karkerên demsalî bigirin û hilberînê li ser axa xwe pêş bixin.
Dê li ser 300 dolim zevî çandiniyê bikin
Acer, destnîşan kir ku hem dixwazin piştgiriyê bidin aboriya bajar û hem jî piştgiriyê bidin aboriya malbatan û dê li ser 300 dolim zevî çandiniya bostanan bikin. Acer, da zanîn ku dê hatina van bostanan bidin malbatan û her bostanekî dê 60 malbat karibin li ser debara xwe bikin.
Dê bi xwe tovê xwe hilberînin
Endama Meclîsa Ekolojîyê ya Amed Şevda Tugrul jî anî ziman ku dê şêniyên taxan tev li hilberînê bibin û ew dê bixwe tovêh xwe û fêkîyên xwe hilberînin. Tugrul,
Tugrul, da zanîn ku armanca wan a herî mezin li her tax, navçe û gundan vê projeyê belav bikin û dê li her tax û gundî hilberînên xwe yên fêkî û tav bi xwe çêkin.
(mae)