Ji Komeleya Welatiyên Azad dîwana dengbêjan
19 Mijdar
									
										11:18
										2015
									
								AMED (DÎHA) - Li Amedê Komeleya Welatiyên Azad a Taxa Fatîhê şeva dengbêjan lidarxist.
Li navçeya Rezan a Amedê, Komeleya Welatiyên Azad a Taxa Fatîhê, li qehweyekî şeva dengbêjan lidarxist. dengêjên Mala Dengbêjan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tevlî şevê bûn. Şêniyên taxê bi coşeke mezin ji bo dengbêjan guhdar bikin herikîn cihê dîwana dengbêjan û bi saetan guh dan kilamên her yek ji yekî xweştir. 
Endamê Meclîsa Taxê Cemîl Ustundag jî axaftineke kurt kir û diyar kir ku qehwexane ne tenê cihê lîstikan e û ew ê bernameyên çandî berdewam bikin.
(sy) 

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							