Çanda kurdan dê bi riya komunan belav bibe
ŞIRNEX (DÎHA) – Li Cîzra ku li dijî terora hikûmeta şer a AKP’ê bi rojan li ber xwe da  Komuna Çandê ya ji 140 komunên li navçeyê hatiye avakirin e  saziyên çandê yên li navçeyê jî di nav de cih girtin. Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zînê êdî dê bi riya komunan çanda kurdan bide jiyîn û belav bike. 
Li Kurdistanê bi îlankirina rêveberiyên cewherî ve gel demokrasiya xwecihî pêş dixin û  berxwedana xwe didomîin li aliyê din jî gel komunên taxan ava dikin û jiyanê înşa dikin. Li navçeya Cizîrê ku berxwedaneke mezin nîşan da gel ji perwerdehiyê heta tenduristiyê , ji çandê heta xebatên jinan komunan ava dikin. Li navçeyê ji 140 komunên hatine avakirin yek jî komuna çandê ye û ev wekî ku bingeha înşakirina jiyan nû ye.  Navenda Çand û Hunerê Mem û  Zîn a ku heta nixa wekî sazî xebatên xwe berdewam dikir niha li ser komunan berfirehtir dike û dê li her dere belav bike. 
Ji xebatkarên Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zînê Sosin Çomlek têkîldarî mijarê agahî da û diyar kir ku bi xebatên çandî re dixwazin xwi bigihînin gel û xebatên wan bi komunan ve bi beşdariya ciwan û zarokan ve didome. Çomlek da zanîn ku ew bi komunên ku hatine avakirin ve di warê psîkolojîr de  piştgiriyê jî didin zarokan û ji bo zarokan dê gelek bernameyan pêk bînin. 
‘Xwedîlêderketina gel hêzê dide me’
Çomlek da zanîn ku ew ê li dijî polîtîkayên qirêj ê ku dewlet li dijî gele kurd dimeşîne li Cizîrê bi jiyandina çanda kurdan bersivê bidin û wiha got: “Em div ê pêvajoyê de bi komunên ku li taxa xwe daye destpêkirin ve xebatên xwe pêş ve bibin.  Piştgiriya gel û xwedîlêderketina wan ji bo ku dibe hêvî.”
Çomlek di berdewamê de ev agahî da: “Pansaziyên me yên ku li taxan xebatên muzîk,  folklor, ji bo zarokan lîstikên berê û hwd. bernameyên têr û tijî hene.  Ji bo jiyandina  çanda kurdan ne tene li navenda çandê em ê li taxan jî kursan vekin. Kursên wekî folklor, şano, amûRên muzîkê em ê vekin.”
Çomlek herî dawî bang li cizîrilan jî kir û  xwest ku li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê ya dewletê bi pênûs  û zimanê xwe li  ber xwe didin zêdetir xwedî li saziyên xwe yên çandê derkevin, zarokên xwe bînin saziyên çandê û di temeke biçûk de hînî çanada xwe bibin. 
(sa)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							