DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Spor

Şaredariya Yenişehirê tesîsa sporê ava dike

 
18 Sibat
11:34 2013

AMED (DÎHA) - Şaredariya Yenîşehîrê projeya tesîsa sporê ya sala 2013'an vegot.

Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê projeya tesisa sporê ya sala 2013'an bi rojnamegeran re parve kir. Li salona meclisa şaredariye civîna çapeeniyê hat lidarxistin û der barê projeya tesîsa sporê de pêşandana projeyê hat kirin. Di civînê de Hevseroka BDP'e ya Yenîşehîrê Ayfer Bakır, Serokê Federasyona Qulûba Spora Amator a Amedê (ASKF) Remzî Dayan, Serokê Şaxa Komeleya Antrenorên Fitbola Tirkiyeyê (TUFAD) Samet Karakaş, Berpirsiyarê Şaxa Futbolê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cemal Dogrul, hakem, antrenor û rêveberên kulûban amade bûn.

Di pêşandana projeya tesîsê de Şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu, diyar kir ku armanca wan a sereke zarok û ciwanan tev li qada sporê bikin û wiha got: "Em wekî Şaredariya Yenîşehîrê ji bo xizmeta sporê û xizmeta civakî bidin zarok û ciwanan pêdivî bi tesîsa sporê heye. Em dixwazin bi ruhekî amator tev bigrin û ji bo tesîsê me 70 dolim zevî veqetandiye. Di nava tesisê de sehaya futbolê ya standart jî heye. Dîsa du sehê basketbkol û 2 sehê weleybolê, korta tenîsê û trîbuna 500 hesan heye. Dîsa banda meşê jî cih digire. Li aliyê din ji 35 dolim qada kesk cih digire. Li aliyê din jî ji bo 300 maşîneyan park hatiye cudakirin. Maliyeta wê dê di navbera 3 mîlyon û 5 mîlyonî de bê guhertin. "

(mae)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN