Çalakiya li dijî qirkirina siyasî didome 2016-10-14 18:28:37 AMED (DÎHA) - Çalakiya ku rêxistina HDP û DBP'ê yên Amedê li hemberî operasyonê qirkirina siyasî da destpêkirin di roja 3'emîn de berdewam kir. Gelek welatî li ber avahiya rêxistinê çalakiya runiştinê pêk anîn. Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê ji bo ku balê bikişînin ser operasyonên qirkirinên siyasî çalakiya runiştinê dabûn destpêkirin û çalakî di roja 3'emîn de li ber avahiya DBP'ê berdewam dike. Di çalakiyê de endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Amedê, rêveberên DBP, HDP yên navend û navçeyên Amedê, xebatkarên Şaredariyên Rezan, Peyas û Yenîşehîrê û gelek welatî amade bûn. Di dema çalakiya runiştinê de polîsan bi wesayitên zirxî û TOMA dora avahiya DBP'ê dorpêç kirin. Çalakvanan aşkera kirin ku heta hemû kesên hatine binçavkirin serbest neyên berdan dê çalakiya xwe berdewam bikin. Çalakvanan çalakiya xwe bi dirûşmeya "Pêkûtî nikarin me ji rêya me bikin" bi dawî kirin. (ua/mb)