Gundê Setkarê cardin di hedefa leşkeran de ye 2016-10-14 16:37:43 ŞIRNEX (DÎHA) - Piştî teqîna duh leşker û cerdevanan, gundê Setkarê yê Elkê dorpêç kirine û gefa kuştinê li welatiyan xwarin. Li gundê Setkarê yê navçeya Elkê ya Şirnexê duh dema derbasbûna wesayîta zirxî ya leşkerî teqîn pêk hatibû. Li ser vê buyerê îro bi dehan leşker û cerdevanan derdora gundê Setkarê girtin û di encama serdegirtina malan de welatiyên bi navê Sabrî Temel, Dervîş Temel, Salîh Temel û Ercan Temel hatin binçavkirin. Qeyrana dil derbas kir dîsa jî xistin bin çavan! Di dema serdegirtina malan de leşker û cerdevan ewil Dervîş Temel bi lêxistinê dixin bin çavan. Li ser vê yekê bavê Temel, Sabrî Temel bertek nîşanî vê yekê dide. Leşkerên ku xwe li ber berteka Sabrî Temel negirtin ew jî derb kirin. Bi derbkirna leşkeran re Sabrî Temel qeyrana dil derbas dike û wî radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê. Piştî mudaxaleyê li ser îtîraza bijîşkan jî leşkeran Sabrî Temel xistin bin çavan û ew bi halê xwe yê nexweş birin Miduriyeta Polîsan a Elkê. Leşker: Heya pevçûn çênebe em derdora gund bernadin! Piştî binçavkirina her 4 welatiyan leşker û cerdevanan dora gund dorpêç kirine û gefên kuştinê li gundiyan xwarine û ji gundiyan re gotine heya, "PKK'î neyên em li vir bi wan re nekevin pevçûnê em derdora gund bernadin." Leşkeran 2015'an li gundê Setkarê 3 welatî qetil kirin Di 25'ê îlona 2015'an de jî leşker û cerdevanan bi tang û wesayîtên zirxî derdora gundê Setkarê girtibûn û di encama êrîşa leşkeran a bi topan 3 welatî hatinbûn qetilkirin. Dorpêşkirina îro jî qetlîama sala borî tîne bîra mirov. (kom/no)