Polîsan şev nivê şevê bi ser HDP û DBP'ê de girtin 2016-10-13 08:10:45 AMED (DÎHA) – Yekîneyên polîsan şevê din bi ser avahiya HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyên Amedê de girtin û lêgerîn pêk anîn. Yekîneyên polîsan şevê din bi ser avahiyên HDP û DBP'ê yên Bajar û Navçeyên Amedê de girtin û lêgerîn pêk anîn. Polîsan avahiyên HDP û DBP'ê yên Bajarê Amedê bi maşîneyên zirxî dorpêç kirin û bi ser avahiyan de girtin. Polîsan piştî serdegirtinê li avahiyan lêgerîn pêk anî. Polîsan li lêgerînê de rêyên der û dorên avahiyên HDP'ê girtin û nasnameya kesan kontrol kir. Wekîla HDP'ê ya Amedê Feleknaz Uca û rêveberên HDP'ê jî çûn avahiyan û xwestin di lêgerînê de amade bibin. Lê polîsan destûr nedan ku Uca û rêveberên HDP'ê amade bibin. Du roj berê gelek hevserokên HDP û DBP'ê yên Amedê di operasyona qirkirina siyasi de hatibûn binçavkirin. (mae)