Tuncel çû serdana rojnamegeran 2016-10-12 16:08:54 AMED (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel çû serdana rojnamegerên ku ji ber şermezarkirina televîzyonan di çalakiya rûniştinê de ne. Serdanên ji bo xebatkarên Jiyan TV, Van TV, ÎMC TV û Hayatin Sesî TV ên hatin girtin li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrêrojhilat dane destpêkirin didome.Dİ nava rojê de Baroya Amedê, ÎHD a Amedê çûn serdana rojnamegeran. Piştî van serdanan Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û Hevserokê Cemiyeta Rojnamegerên Azad Hakki Boltan jî çûn serdana rojnamegeran. Tuncel û Boltan ji aliyê rojnamegerên di çalakiya rûniştinê de ne ve hatin pêşwazîkirin. Tuncel li vir axivî û got ku li hemberî çapemeniyê pêkûtî hene, çapemeniya muxalîf a ku dengê gelê gelek bi qîmet e. Piştî nirxandina rojnamegeran serdan bi dawî bû. (sa)