Tuncel: Ji bo tirsên xwe veşêrin... 2016-10-12 15:36:06 AMED (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel agahiya di operasyonên li dijî DBP û HDP'ê de 136 kes hatine parve kir û wiha got: "Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Tirkiye dema xwe ya herî qels dijî. Ji bo tirsa xwe veşêrin ji hemû kesan re dibêjin vaye meydan." Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel têkîldarî binçavkirinên duh û îro yên li Amed, Colemêrg, Wan û gelek deverên di li hemberî DBP û HDP'ê pêk hat li Buroya Şewirmendiyê ya Navenda Giştî ya DBP'ê ya li Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Tuncel bilêv kir ku di pêvajoyekî asayî de derbas nabin li welatekî ku bi OHAL û KHK'an ve tê rêvebirin dijîn. û wiha berdewam kir: "Em ji Colemêrgê tên. Li cihê ku 4 welatiyên me hatin qetilkirin em bi şahidê Bûyerê re axivîn. Hê ev bûyer nehatibû ronîkirin madeyek teqiya û zarokekî jiyana xwe ji dest da, 2 zarok birîndar bûn. Ev rewşa Tirkiyeyê bi awayekî zelal nîşan dide. Li her kolanê wesayîtên zirxî û yên bi çekên lûledirêj disekinin. Qatlîamekî bi zanebûn û bi daxwaz hatiye kirin. Hedef hatiye girtin û 4 welatiyên me hatin qetilkirin. Hê ev bûyer nehatiye zelalkirin. Bi girtina kesekî ve nikare bê derbaskirin. Heke hesab neyê dayîn dê qatlîamên nû bên kirin." 'Em ê wekî DBP xebatên xwe bidomînin' Tuncel wiha axivî: "Li Geverê me bi rêveberên DBP û HDP'ê ve lêkolîn kir. Hê em ji wir nehatibûn 9 hevalên me hatin binçavkirin. Em hatin Wanê li Wanê me pêla binçavkirinê yekî din dît. Polîsan bi ser 69 malan de girtin derbasê 27 kesan de biryara binçavkirinê heye. Dema ku Hevserokên DBP'ê yên Wanê hatin avahiya partiyê hatin binçavkirin. Sedema vê yekê wekî ji o 24 saetan binçavkirina 27 kesan hincet tê nîşandan. Di hevokekî binî de jî tê gotin ku 5 rojan qedexeya bi parêzeran re heye. OHAL'ê hincet nîşan didin û mehekî di bin çavan de dihêlin. Beriya rojekî jî li Amedê derbarê 65 kesan de biryara binçavkirinê hebû. Di nava sala dawî de 2 hezar û 500 kes hatin girtin. Lİgel vê yekê î me wekî DBP'ê cihê wan vala nehîşt. Xebatên me berdewam kir. Me berxwedanekî demokratîk nîşan da. 'Em partiya gel in' Ger dihizirin ku dê bi van operasyonan DBP dest ji têkoşîna xwe berde bila vê ji mejiyê xwe derxînin. Em ne partiye wiha ne, em partiya gelanin. Em ê şûna her hevalekê de tejî bikin. Tişta ku li vir tê windakirin azadiye. Gelê me bi berxwedanî hat heta roja îro.hat girtin, di girtîgehan de man lê roja ku derketin têkoşîna xwe domandin. Ger dihizirin ku dê encamê bigirin xwe dixapînin. Nêrînek ku li Tirkiyeyê azadî heye, tê dîtin lê ev ne raste. Wekî Serok gotî li holê lîstikek heye, yê ku serê vê lîstikê jî serokwezîre. Êrîşek li hemberî hebûna kurdan pêktê. Heta roja îro çend serokwezîr hatin û çûn. Hêjî hewldana darbeyê derbas nebûye û didome.darbeya siyasî didome. Ji ber polîtîkayên AKP'ê yên li Tirkiyeyê dide meşandin, welat ne di ewlehiye de ye. Rihê ku CHP, MHP û AKP'ê avakiriye rihekî tarî ye. Ji bilî berxwedanê ku şansê kurd, Elewî û jinan tune ye. Yên ku îro deng dernexin sibe dê dora wan jî bê. Ger li hemberî DBP'ê û HDP'ê êrîşek pêk bê dê ji ber gotinên AKP'ê û Serokomar pêk bê. Em karê ku dizanin dikin. Ji bo em azadiya xwe bidest bixin li ber xwe didin. Ev 40 salin em têkoşîna vê didin. Kesên ku mafê siyasî yê DBP'ê naparêzin bila bizanibin ku ew jî dê nikaribin siyastê bikin. Qeyûm tayînî 26 şaredariyan kirin û amadekariyên qeyûmên nû dikin. Em dizanin ku dixwazin HDP'iyan bigirin. Ligel vana hemû pêkanînan jî em ê berxwedana xwe ya di siyasetê de û têkoşîna xwe bidomînin. Ger em nikaribin siyasetê bikin ev tê wê wateyê şîdet zêde bûye. Ger mirov nikare di siyasetê de gotina xwe bêje ev rê li ber şîdetê vedike. Tiştên ku em niha dijîn eve. Li Amedê 53, Colemêrgê 9, Qersê 20, Wanê 27, Sêrtê 27, bi giştî 136 kes rehîn tên girtin. Li Enqereyê axaftin çênabe. Em wekî DBP di cihê xwe de ne û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em li hemberî gefan dest ji siyasetê bernadin. AKP amadekariyên operasyona qirkirina siyasî ya mezintir dike. Tirkiye pêvajoya xwe ya herî lewaz dijî. Ji bo tirsa xwe veşêrin her kes dibêje werin meydanê. Sûriye çiqas bê ewleye Tirkiye jî ewqas bê ewleye. Tirkiye bi van polîtîkayan nagihije tu cihî." (sa-mb)