Dîmenên dema qetilkirina Dîlek Dogan hatin jêbirin 2016-10-12 14:00:46 STENBOL (DÎHA) - Rûniştina doza qetilkirina Dîlek Dogan a ji aliyê polîsan ve hat dîtin. Derket holê ku dîmenên kamera yên dema kuştina Dîlek Dogan jê hatiye birin. Sala par li taxa Kuçukarmutlu ya navçeya Sariyerê ya Stnbolê polîsan bi ser mala Dilek Dogan de girtibûn û Dîlek Dogan di malê de qetil kiribûn. Têkildarî kuştina Dîlek Dogan doz hatibû vekirin. 4'emîn rûniştina doza Dîlek Dogan li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di rûniştina berê de heyeta dadgehê xwestibû ku dîmenên kamera yên dema Dîlek Dogan hat qetilkirin li dosyayê bên zêdekirin. Di rûniştina dozê de ji bilî malbata Dogan û parêzerên Dogan destûr neda ku kes beşdarî rûniştina dozê bibin. Wekîlê HDP'ê Garo Paylan ji xwest beşdarî dozê bibe, lê parêzvanên taybet destûr nedan ku Paylan derbasî salonê bibe. Polîsê kujer Mogoltay jî dîsa bi hinceta "ewlehiyê" neanîn rûniştina dozê. Di rûniştinê de li ser Rapora Zana heyeta dadgehê xwestibû ku dîmenên qeyda kamera yên dema Dîlek Dogan hatiye kuştin li dozyayê zêde bikin. Lê hat diyarkirin ku dîmenên kamera ji qeydê hatine jêbirin. Di rûniştinê de dozgeran xwestin dîsa lêkolîn bê kirin ku qeyd jêçûne ya na. Piştî parastinan heyeta dadgehê xwest kameraya ku qeyd kiriye Ji Saziya Kriminal a Cendirmeyan re bê şandin dîmenên jê çûne paşve bê vegerandin. Heyeta dadgehê doza Dîlek Dogan taloqî 12'ê Çileya 2017'an kir. Piştî rûniştina dozê Malbata Dogan û parêzerên ÇHD'ê nexwest li ber edliyê daxuyaniyê bidin Ciwanan li ber dadgehê pankarta "Yuksel Mogultay ê ku Dilek Dogan qetil kir bila bê girtin" rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan xwest ciwanan binçav bike. Di navera polîs û malbatê de niqaş çêbû û piştî niqaşan polîsan 4 kes bi lêdanê binçavkirin. (mae)