Kesên hatine binçavkirin rastî îşkenceyê hatin 2016-10-11 20:58:35 COLEMÊRG (DÎHA) – Li navçeya Şemzînanê xizmên 23 kesên hatin binçavkirin û li fermandariya navçeyê de tên girtin diyar kirin ku kesên hatine binçavkirin di bin îşkenceyê de ne. Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê piştî çalakiya li dijî Qereqola Dûrê pêk hat, leşkeran li gundên Tisê, Dûrê û Helankê bi ser gelek malan de girt û 23 kes binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin hêj li fermandariya jendermeyan a navçeyê tên girtin. Xizmên kesên binçavkirî diyar kirin ku ew ji aliyê tenduristiyê ve bi guman in û wiha axivîn: “Hêj me bi tu kesan re hevdîtin nekiriye. Em ji rewşa wan gumanbar in. Me zanî ku kesên hatin binçakvirin di bin îşkence û heqeretê de ne.” (gka/mae)