Dogan: Hedefa OHAL’ê pêşxistina dîktatoriyê ye 2016-10-09 11:53:18 MÊRSÎN (DÎHA) – Parlementerê HDP’ê yê Îzmîrê Muslum Dogan diyar kir ku, di bingeha dirêjkirina OHAL’ê û êrîşên li dijî çapemeniyê de, avakirina modela dewleteke “Îslama Siyasalî” ya ku AKP dixwaze ava bike heye. Parlementerê HDP’ê yê Îzmîrê Muslum Dogan li dijî dirêjkirina OHAL’ê bertek nîşan da û wiha got: “Îktîdara AKP’ê ji bo bingeha pergala ku dixwaze ava bike OHAL dirêj kir. Ev îslama siyasalî ye. Bîrdoziya dewletên îslama siyasalî ne.” Dogan anî ziman ku, ji bo îktîdar modela ku dixwaze ava bike di warê leşkerî, siyasî de pêdiviyê bi OHAL’ê dibîne û wiha axivî: “Operasyon û revîzyoneke mezin dikin. Sedema wê jî, pergala dîktatoriyê ya ku dê nû ava bikin.” 'Dê êrîşên xwe li dijî saziyan zêde bikin' Dogan dest nîşan kir ku, bi taybetî êrîşên li dijî çapemeniya azad ji bo avakirina pergala dixwazin hêsanbikin e û ji ber vê yekê êrîşî televîzyonan kirin. Dogan diyar kir ku, di Meha Muharremê de girtina TV 10’ê zilma li dijî elewiyan nîşan dide û wiha got: “Em tiştên ku di vê mehê de li me hatin kirin, wek zilma ku li Hz. Huseyîn hatibe kirin dinirxînin. Hezar û 400 sal berê Hz. Huseyîn çawa hatibe qetilkirin, îro jî bi heman rengî çapemeniya azad tê qetilkirin.” Dogan diyar kir ku kesên beşdarî komkujiyê bûn bi vê nizanin û wiha axivî: “Lê ev îrade îradeyeke saxlem e. Hûn dikarin kargehên vana bigirin û desteser bikin, lê dê ev sazî bi hêzeke civakî ya xurtir ji nû ve derkevin holê. Meseleya esas ew e ku, bingeha îslama siyasal ava bikin û ji bo vê ava bikin jî divê tu sazî nemînin û dê bi awayekî futurî vê bidomînin.” 'Divê li dijî paşverûtiyê di eniya herî berfireh dê cih bê girtin’ Dogan anî ziman ku, li dijî vana hemûyan divê muxalefeta civakî rêxistinbûyîneke rast bike û enerjiya xwe rast bi kar bîne û wiha got: “Hz.Huseyîn muqawemetiya ruhekî xwedî hişmendiyeke zana ye. Divê ev ruhê şoreşgerî xwe bide der. Heke li dijî zaliman û zulma wan, em hişmendiyeke muqawemetiyî bi têkoşînê nedin der, dê tu tişt li holê nemîne. Dê di têkoşînê de pêvajoyeke nû dest pê bike. Li dijî faşîzmê, paşverûtiyê pêdivî bi cihgirtina di eniya herî berfireh de heye.” 'CHP bûye yêdeka AKP’ê’ Dogan, mîtînga “Ruhê Yenîkapi”yê ya ku li Stenbolê ji aliyê AKP, CHP û MHP’ê ve hat lidarxistin wek ruhekî tarûmarbûyî wesfand û diyar kir ku, ruhê ku li wir derket holê bi tu awayî îradeya gel di xwe de venaguhêzîne. Dogan da zanîn ku, cihgirtina CHP’ê ya di vê îttîfaqê de ji ber nasnameya wê yî sazûmaniyê ye û wiha got: “Dibe ku li nêv CHP’ê dengê cuda hebin, lê nasnameya wê yî sazîbûnê li hêla pergalê cih digire û ev dixwaze ev pergal bihêz bibe. “ Dogan diyar kir ku tu hewldaneke CHP’ê ya ku vê pergala heyî biguherîne tune ye û dest nîşan kir ku tu pêşnûmayekî CHP’ê ya ji bo elewiyan, Serokatiya Karên Diyanetê û kedkaran jî tune ye û wiha got: “Ji ber vê ye ku rewşekî CHP’ê ya muxalefetiyê tune ye, hebe jî pir hindik e ku ev nayê pênasekirin jî. CHP partiya pergalê ye û bûye yêdeka AKP’ê. Ber bi perçeyekî modela dewleta Îslama Siyasalî ya ku îktîdar dixwaze wê ava bike ve diçe.” (red)