Bijîşkek li hezar û 600 girtiyan dinêre! 2016-10-06 09:32:37 WAN (DÎHA) - Nûçegihanê me Erdem Muhîrcî yê li Girtîgeha Tîpa M a Wanê ye binpêkirinên mafan ên li girtîgehê nivîsand. Rojnameyan nadin girtiyan, bijîşkek li hezar û 600 girtiyan dinêre, li odeyên 10 kesan de 20 kes dimînin, name tên desteserkirin. Nûçegihanê me Erdem Muhîrcî yê ku ji 26'ê Tebaxê were di Girtîgeha Tîpa M a Wanê de tê girtin, bi maneya ji malbata xwe re şandî, bi OHAL'ê re binpêkirinên mafan ên li hemberî girtiyên siyasî nivîsand. Muhîrcî di nameya xwe de binpêkirinên mafan wiha rêz dike: * Di demên dawî de rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî, Azadiya Welat û Cumhuriyet bi îdîaya "propaganda rêxistinê dikin" nadin girtiyan. * Di girtîgehê de hezar û 600 girtî hene û tenê bijîşkek li wan dinêre. Girtî nayên tedawîkirin. Girtiyek nexweş tenê dikare 3 hefteyan carekê derkeve revîrê. Girtiyên ku sewqa wan hene jî nabin nexweşxaneyê. * Hewa sar bûye û kalorîfer naxebitin. Di odeyên 10 kesî de 20 girtî tên ragirtin. Gelek girtî mecbur dimînin ku li erdê rakevin. Ligel ku li girtîgehê koguşên vala hene jî girtiyên ku tên jî didin odeyên tejî. * Girtiyên ku cezayê wan li gorî şerta bi kontrol û dikarin li girtîgehên navçeyan bimînin jî, daxwazên wan ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tên redkirin û li ser girtiyan "derbasî koguşa serbixweyan bibin em ê lê binêrin" tê ferzkirin. * Balîf, betaniye û rûnivînan demek dirêj nadin girtiyên ku nû tên girtîgehê. Di heman demê de jî amûrên qirtasiyeyê jî bi hinceta "fermana midûrê yekeme" nadin girtiyan. *Nameyên ku girtî dişînin û yên ji wan re tên bêyî ku hincetek bê nîşandan desteser dikin. (red/mb)