Rêwiyên Kobanê dê vê carê li Şirnexê bin 2016-10-06 09:27:38 STENBOL (DÎHA) - Ciwanên ku ji bo zarokên Kobanê pêlîstakan bibin li Pirsûsê di êrîşa bombeyî ya DAIŞ'ê de birîndar bûn û malbatên wan pira biratiyê ku wê rojê hat astengkirin di 15'ê cotmehê de biçin Şirnexê û li wir daynin. Ciwanên ku ji bo zarokên Kobanê pêlîstakan bibin li Pirsûsê ya Rihayê di êrîşa bombeyî ya DAIŞ'ê ya li hemberî Navenda Çandê ya Amarayê de birîndar bûn û malbatên wan di 15'ê cotmehê de biçin Şirnexê. Ciwan û malbatên wan bi slogana "Duh wekî li Kobanê îro jî ji bo Şirnexê pişevanî" kampanya dan destpêkirin û alîkariyên ku li Navenda Çandê ya Medê ya li Bagcilarê, Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) a li Taksîmê, AKADER û BEKSAV ên li Kadikoyê kom kirine bigîhînin bajar. 'Cm dixwazin bigihîjin hedefa xwe Ji birîndarên Pirsûsê Yasîn Can diyar kir ku wan kampanya beriya çend hefteyan dane destpêkirin û wiha axivî: "Em wekî birîndarên Pirsûsê û malbatên şehîdên Pirsûsê destê xwe yê ku xwest bigihînin zarokên Kobanê lê me nekarî niha dixwazin bigihînin zarokên Şirnexê. Ji ber vê yekê em ketin nava hewldaneke wisa. Bira biratiyê ku me xwest li Kobanê ava bikin ji aliyê êrîşeke hovane û feresata faşîst ve hate astengkirin. Em naxwazin vê carê bên astengkirin. Dixwazin bigihîjen hedefa xwe." Can bilêv kir ku pêdiviya Şirnexê ji bo kampanyayekî bi vî rengî heye li gorî agahiyên ku ji Şaredariya Dêrgulê girtine 3 hezar mirov li konan dijîn û wiha berdewam kir: "Ji ber ki zivistan dê dijwar be kon têrê nakin ji sermayê naparêzin. Heke avahî bê çêkirin em ê biçin pêwîst bike em ê tuxle bigirinn destê xwe. Kon be em ê biçin li win kon vedin. Ji bo vê çi ji destê me bê em ê bikin." Banga tevlîbûna kampanyayê Can wiha axivî: "Kobanê keleha mirovahiyê bû ji bo vê armancê em çûn. Şirnex mînaka yên li ser piyan ma le. Mehmet Tunç, Dayika Taybet. Ji bo vê yekê ji bo em girîng in." Can herî dawî bang li hemû kesan kir ku tevlî kampanyayê bibin û piştgiriyê bidin. (red/sa)