Yildirim: Erdogan dizane dawiya wî hatiye û terorîzmê dimeşîne 2016-10-06 09:09:08 ENQERE (DÎHA )- Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê û Parlamenterê Wanê Nadîr Yildirim diyar kir ku dema ku dawiya desthilatdaran tê şîdet û terorê derdixin asta herî jor û nirxandina "Ji ber ku Erdogan dizane dawiya wî hatiye rê û rêbazên terorîzmê dide meşandin" kir. Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê û Parlamenterê Wanê Nadîr Yildirim geşedanên siyasî yên di demên dawî de li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn diqewime, dirêjkirina dema Rewşa Awarte (OHAL) û peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ku bi riya birayê xwe Mehbet Ocalan da ji DÎHA'yê re nirxand. Yildirim got ji ber ku hikûmeta AKP'ê û rejîma Tirkiyeyê li gorî esasên demokrasiyê tevnegeriya û siyasetek şaş bi kar anî têk çû û hilweşiya. 'Bingeha pirsgirêkan digihîje Lozanê' Yildirim da zanîn ku qeyranên niha li Tirkiyeyê tên jiyîn ên wekî civakî, aborî û siyasî, geşedanên Rojhilata Navîn ve girêdayî ne û wiha axivî: "Bûyerên ku niha li Iraq, Suriye û gelemperî li Rojhilata Navîn diqewimin em nikarin van ji Tirkiyeyê cûda bigirin dest. Divê ku mirov vê baş bizanibe pergala ku di sedema Lozanê û Sykes Pîcotê de hatin avakirin hilwedişe. Pergala ku ev nêzî sed sal e li Rojhilata Navîn hikûm dike piştî Şerê Cîhanê yê 1'emîn taybet bi hevhatina gelek hêzan ku bingeha peymana Sykes Pîcot hat avêtin piştre vê peymanên cuda perçe perçe pergal zelal bû û hat înşakirin. Niha qeyrana ku Rojhilata Navîn tê jiyîn bingeha vê digihîje vê peymanê." 'Qetlîamên bawerî û civakî tên kirin' Yildirim diyar kir ku pergala ku Rojhilata Navîn hat avakirin ji aliyê hêzên emperyalîst li ser berjewendiyan hat avakirin û axaftina xwe wiha domand: "Hêzên emperyalîst li Rojhilata Navîn xwestin li ser berjewendiyên xwe yên siyasî zihniyetek emperyalîst avabikin. Ji ber vê yekê hêzên emperyalîst li Rojihilata Navîn di nav xwe de parvekirin welat û gel perçe kirin.Wan hêzan rastiyên civakê ên civakî, demografîk û baweriyê nedan ber çav. Li gorî rastiyên civaka Rojhilata Navîn na li gorî berjewendiyên dewletên emperyalîst pergal hat avakirin. Ji ber vê yekê jî bi salan e li Rojhilata Navîn qetlîamên bawerî û civakî mezin tên kirin." 'Rojhilata Navîn binheha mirovahiyê ye' Yildirim da zanîn ku navenda cîhanê Rojhilata Navîn e û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Pergala ku sed sal e li Rojhilata Navîn hat avakirin êdî roja me ya îro nikare xwe bide meşandin. Dema ku ev pergal hat avakirin xwestin ku pergala cîhanî jî ser vî esasî pêş bixin. Mêze bikin 10 hezar sal in navenda cîhanê Rojhilata Navîn e. Rojhilata Navîn destpêka mirovahî, çand, civakbûyînê ye. Ji ber vê yekê jî bingeh û wateyekî xwe yê navendî heye. Ger hêzên emperyalîst rastiyên civakê nefikirin û li gorî berjewendiyên xwe tevbigerin ev qeyranên siyasî, aborî û civakî dê berdewam bikin. Niha jî em vê rewşê bi awayekî zelal dibînin. Her dewlet li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin û Rojhilata Navîn ev qeyran berdewam dikin." 'Rejîma Tirkiyeyê hildiweşe' Yildirim destnîşan kir ku şerê ku niha li Rojhilata Navîn tê jiyîn şerê cîhanê yê 3'yemîn e û wiha pêde çû: "Şerê ku niha li Rojhilata Navîn tê jiyîn hemû dewletan eleqeder dike. Ji ber vê jî Tirkiye welatekî Rojhilata Navîn e. Tirkiye nikare xwe derveyî vê rewşa giran a Rojhilata Navîn bigire. Tiştên ku li wir diqewimin yek bi yek tesîr û bandora xwe li ser Tirkiyeyê jî dike. Em dikarin bi awayek, zelal bibêjin ku ger pergala navnetewayî krîz jiyan kir û hilweşiya dê pergala herêmî jî krîzê jiyan bike û hilweşe. Ji ber ku Tirkiye jî heman zihniyeta desthilardar û emperyalîst diparêze hildiweşe. Em hemû dibînin Tirkiye li hemberî kurdan zihniyetek emperyalîst û desthilatdar dimeşîne." 'AKP siyaseta qetlîam û tunekirinê dide meşandin' Yildirim bi lêv kir ku rejîma Tirkiyeyê qeyrana rejîmê jiyan dike û wiha got: "Çawa ku li Iraq û Suriyeyê qeyrana rejîmê jiyan kirin niha Tirkiye jî heman qeyranê ya rejîmî dijî. Rejîma ku bi peymana Lozanê li Tirkiyeyê hat avakirin niha krîzekê jiyan dike. Ji ber ku Tirkiye nikare bersivê bide pirsgirêkên civakî, çandî, bawerî, siyasî û aborî krîzekî mezin dijî. Ger hûn nekarin bibin bersivên van pirsgirêkan hûnê têk biçin û hilbiweşîn. Ev krîz jî ne krîzekî niha ye krîzekî dem dirêj e ku li Tirkiyeyê tê jiyîn. Ger em lê binêrin AKP dema hat hilbijartin got em ê Tirkiyeyekî nû ava bikim. AKP ser esasên siyaseteke nû hat ser desthilatdariyê. AKP'ê gelek hêviyên baş dan civakê got ku ez ê bi avakirina reformên xurt û hewldanên demokratîk Tirkiyeyê ji vê krîzê derxim. Lê em hemû dizanin ku AKP'ê şûna avakirina siyaseta demokratîk siyaseta tunekirina kurdan û qetlîaman dide meşandin û civakê dixapîne." 'Yan tu dê gav biavêjî yan tu dê têk biçî' Yildirim got ku AKP'ê tenê rengê faşîzmê guherî û ev tişt gotin: "Beriya AKP'ê faşîzm di destê faşîstên spî de bû AKP'ê got em ê vê biguherin û demokrasiyê bînin vî welatî. Lê dema ku mirov lê dinêre AKP'ê tenê rengê faşîzmê guherî û şûna rengê spî rengê faşîzmê kir kesk. Ji ber ku siyaseta AKP'ê nabe bersiva pirsgirêkên civakê yên siyasî, abaorî û çandî her ku diçe pirsgirêk kurtir dibin. Di dema AKP'ê de têkiliyên siyaseta navnetweyî jî qut bûn. Dema ku hûn wekî Esad û Sedam faşîzmê tercîh bikin dê dawiya ve bê dîtin. AKP'ê jî di vê hêlê de ser daxwazin demokrasiyê na ser daxwazin faşîzmê de siyasetê dike. Mînaka herî zelal di hilbijartinên 7'ê hezîranê de derket holê. Rejîma Tirkiyeyê û AKP'ê di 7'ê hezîranê de şikandin jiyan kir û têk çû. Divê ku mirov baş bizanibe ku yan tu dê ser esasiyên demokrasiyê gav biavêjî yan jî tu dê têk biçî. Ji ber ku AKP'ê zihniyeta cudakar û yek alî parast têk çû." 'Terora AKP û Erdogan zêde dibe' Yildirim têkildarî rewşa awarte de ev tişt anîn ziman: "Li Tirkiyeyê rewşa awarte ev bi salan e berdewam dike. Ji ber ku AKP siyasetek yêk alî dide meşandin rewşa warte derket asta herî bilind. Erdogan û AKP'ê dizanîn ku hewldanên darbeyê hene. Dikaribûn ku pêşiya vê bigirin û darbe pêk neyê. Lê bizanebûn xwestin ku darbe bikeve meriyetê. Erdogan derket got ku ev litfa xwedê bû. Ji ber vê yekê Erdogan û AKP bûn sebeba mirina gelek kesan. Erdogan ser esasên berjewendiyên xwe plana darbeyê kir û pêk anî. Tê dîtin ku tundî û terora Erdogan û AKP'ê dê zêdetir bibe. Lê em baş dizanin dema ku dawiya desthilatdaran tê tundî û terorê derdixin asta herî jor. Ji ber ku Erdogan dizane dawiya wî hat rê û rêbazên terorîzmê dide meşandin." 'Li Tirkiyeyê ferzkirina şer zêdetir tiştek tune ye' Yildirim der barê peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de axivî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rewşa Birêz Ocalan rewşekî dîrokî ye. Mirovahî teqez dê hesaba vê rewşa birêz Ocalan bide. Ev 23 sal in birêz Ocalan bê navber tekoşîna azadiya Kurdistanê dide meşandin. Taybet nêzî 18 sal in di bin tecrîdê de gav bi gav têkoşîna azadî û demokrasiyê dide meşandin. Navenda têkoşîna azadiyê Girava Îmraliyê ye. Herî dawî çend roj berê niha birêz Ocalan ji bo gav avêtina azadî û aştiyê peyamek da û got ku 'Ger dewlet bixwaze ev pirsgirêk dê di nava 6 mehan de bên çareserkirin.' Lê hikûmet hêj radibe dibêje ku kurdan û PKK'ê şer da destpêkirin. Lê demê da xuyakirin ku kî şerxwaz e û kî aştîxwaz e, kî destpot e û kî demokrat e. Deklerasyona KCK'ê de me hemûyan dît. KCK'ê di deklerasyona xwe de got rêbaza çareserkirina pirsgirêkan ya sereke siyasetekî demokratîk e û demokrasiya gelan e. Lê mixabin îro li Tirkiyeyê demokrasî tuneye ku pirsgirêkan çareser bikin. Tenê ferzkirina şer li Tirkiyeyê tê dîtin. Birêz Ocalan her tim dibêje rêbaza çareserkirina pirsgirêkan teqez demokrasiyek mayînde ye. (fd/sa)