Demîrtaş: Berxwedana li dijî zilmê heq e 2016-10-04 14:59:00 ENQERE (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş, têkildarî polîtîkayên AKP'ê ku piştî darbeyê xistiye meriyetê axivî û diyar kir ku bi Kumpa Tirkiye ya herî mezin re rû bi rû ne û wiha got: "AKP û Erdogan me bi ixatena welat tawanbar dike. Ger ku derketina li dijî darbeyê îxanet be em dipirsin ki îxanetkar e. Ger ku ji bo min ji bo parastina demokrasiyê bang li gel kiribe dakevin kolanan rexne bê ez dîsa bang li gel dikim û dibêjim berxwedana li dijî zilmê heq e." Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, li meclîsê geşedanên dawî û polîtîkayên AKP'ê nirxand û rexneyên giran li AKP'ê kirin. Demîrtaş, diyar kir ku para wan li dijî Yezîd wekî Hasan û Huseyin di ber xwe bidin û êdî berxwedan heq e. Demîrtaş, têkildarî rojiya elewiyan a Muharremê wiha got: "Berxwedana li Kerbelayê di şexsê Hz. Huseyin, Hz. Hasan de berxwedanek pir cuda ye. Em jî li dijî zilma Yezid dibin berxwedana Hasan û Huseyîn. Qesra îro dixwaze wekî Yezid zilmê li ser gelan bimeşîne. Zilma tê mişandin çiqas giran dibe bila bibe em teslîm nabin. Em dê heta dawî di ber xwe bidin. Me tu carî deriyê diyalogê negirtine. Em bi qasî deriyê diyalogê vedikin me ew qas jî li dijî zilma Yezid wekî Hasan û Huseyîn di ber xwe didin. Li gorî AKP'ê dizî xêr e Demirtaş, bal kişand ser diziya AKP'ê û anî ziman ku li gorî AKP dizî ne heram e û xêr e. Yên dizî û nelirêtiyê dikin dibin xwedî xelat. Demîrtaş li hemberî tayînkirina qeyûman li şaredariyên DBP'ê jî nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Li welat dizên herî mezan şaredariyên AKP'î ne. Bila mufetîfekî adil bikevin wan şeradiyan dê çi derkeve, çi dernakeve. Nîvî Enqere û Stenbolê xwarin. Hesabê serwetên wan Nîne. Ma wan negitin? Hesabê ereziyên ku pêşkêşî cemaeta Gulen kirin tuneye lê qeyûm tayîn şaredariyê DBP'î kirin. Çima? Ji ber ku ew ne diz in. Heke diz bin dê bikin taca ser^exwe. Hevşaredarên min tên girtin, li ber deriyên dadgehan in, şaredariyên ku welat dişêlinin dibin abîdeya demokrasî û exlaqê. Şerm jî nakin jî dibêjin qayûm tayînê vî şaredariyê jî bikin. Ma tiştekî wisa dibe? Vê wekî dixwazin wekî tiştekî normal bi me bidin qebûlkirin." Demîrtaş di axaftina xwe de li ser operasyonên girtiyê ya li ser çapemeniya muxalîf jî rawestiya û nerazîbûn nîşan da. Demîrtaş têkîldarî mijarê wiha got: "Yên ku di quncikên xwe de dijunan nekin, bi wan nivis nadin nivîsandin. Hin kanalên çapemeniyê digirin. Çima? Ji ber ku wekî çapemeniya hewzê rûmeta xwe nafiroşin. Heke rûeta xwe bifirotana îro ne polîs dê wezîr wekî mêvan biçûya wê derê. Mînak Zarok TV heye. kanala xêzefîlmê. Dibêjin me me asîmîlasyon û 3inkar bi dawî kir. Derewê we bejna we derbas bûye! Asîmîlasyona dema we ya dema komarê derbas kir. Yên ku dibêjin em partiya îslamî ne vê yekê dikin. Derew û îftirayên herî mezin li cem wan e. Çi eleqeya vî bi ol û îmanê heye? Çi ye ji sedî 50 den girtine. Heke bêrûmetî ji serî 50 ye bila li qisûrê nenêrin. Em bizanibin ku ji sedî 99 deng bigirin jî em ê bêrûmetiyê nekin." 'Ji ber vê dê hilweşe' Demîrtaş têkîldarî derxistina tezkereya şer û dirêjkirina dema OHAL'ê jî wiha got: "Di welatekî wisa de mirov jiyanake bi vî rengî heq nakin. Bi tena serê bûna îxtidar vî mafî nade te. Tu dikarî rojname, televîzyon û parlamentoyê bigirî lê nikarin kelepçe bi dilê me bixin. Ev dê hilweşe ev nîzam bi vî rengî nemeşe." 'Ligel me nijatperest, netewperest û hêzek din tuneye' Demîrtaş, anî ziman ku li parlamentoyê tenê HDP muxalife û wiha domand: "Dibêjin li parlamentoyê 4 partî hene, na tenê 2 partî hene yek HDP û ya din jî yên dinin. Em hene, ligel me nijatperest, netewperest û hêzek din tuneye. Li Tirkiyeyê edalet û wekheviyên em û hûn temsîl dikin. Kesekî ku li berxwe bide tune ye. Lê binêrin hemû li ber qesrê wekî pişîkên ku şîr rijandine li ber wan in. Mîneta me tuneye. Ma me ji te îhale xwestiye? Ma me dizî kiriye? Ma me zilim li gel kiriye, em ê ji çi, bitirsin. Li vî welatî berpirsê hemû sûcên siyasî hûnin. Em ê çima serê xwe bitewînin. Di kîjan ruhî de were gel hev jî li cîhanê navê vê faşîzme. Hilbijartin qebûl ne kiriye û gotiye facto Fuhrer. Destnedana parlamenterên çepgir rakiriye, çapemeniya muxalif girtiye û xwestiye bi OHAL'ê welat birêve bibe. Her tim gotiye yek yek. Ez hêj bi îdîame ku di jiyana xwe de tenê pirtûka Hîtleran a bi navê Kavgam tenê xwendiye. Tiştên ku li wir hatine nivîsîn niha hemûyan pêk tîne û ji gel re jî dibêje ev demokrasiye." Demîrtaş, da zanîn ku kanalek ne maye ku axaftina wan a niha biweşîne û wiha pêde çû: "Difikirin ku dê gel rastiyan nebihîsin û dê hemû kes bibin hevparên AKP'ê. Difikire ku ger hemû televzîyon bên girtin dê hemû kes bibe Tayîp. Dibe ku yekê ew xapandibin. Her kes vana dixapîne ev hikûmeta herî safe. Em tenê ne hatine xapandin. Her kesê ku xwestiye wan bixapîne li ser tiliya xwe zivirandine. Ma sûcdarê vê me, mamoste û xwendekarin. Dibin navê têkoşîna bi darbeyê re bi operasyonên nêçîra pîrhebûkan ji bo lingê siyasî yê darbeyê dernekeve holê hemû tiştî dikin. Lê ev dê derkevin holê." Demîrtaş, da xuyakirin wan ne li pişt darbê û ne jî li pişt dîktatoriyê cihê xwe ne giritne û axaftina xwe wiha domand: "Rastiya darbeyê heye û ne sanaryoyek bû lê tedbîra li hemberî vê sanaryo bû. Partiyê muxalif jî di nava senaryoyê de cih girtin. Ji ber wê li qesrê û Yenîkapiyê ne em ew hebûn. Ji ber wê em di hedefê de ne. Hûn nikarin bi OHAL û KHK'ê welat bi rêve bibin. Niha parlamento vekiriye çi pêwîstî bi KHK'ê heye. Ji ber ku meclîs wekî bargiraniyekê tê dîtin. Çiqas xweşe kîjan KHK'ê dixwaze dinivîse. Ger bê meclisê dê nîqaş bên meşandin, dê çapemenî û gel bibîhîse. Vê nakin bi sedan maddeyên qanûnê yên dij makeqanûnê derxistin. Wezîrê Edaletê qebûl kir ku makeqanûn binpê kiriye. Hemû maf û azadiyên bingehîn qedexe kirine." 'Li cihê ku kolan hatibin xespkirin demokrasî li wir tuneye' Demîrtaş, di dawiya axaftina xwe de bersiv da nîqaşên li ser bangên ku wî kirine û wiha axivî: "Dibêjin Demîrtaş banga derketina kolanan kiriye, ez carekdin bang dikim, berxwedana li hemberî zilmê mafdare. Ma ji te re rewaye ji me re na? Ma ji kesên ku di 15'ê Tîrmehê de derketine kolanan re rewaye û ji welatiyên ku tu dest didin parlamenterên wan re ne rewaye. Kolan yek ji qadên demokrasiyê yên herî rewa ye. Li cihê ku kolan hatibin xespkirin demokrasî li wir tuneye. Kesên ku bi rojan banga derketina kolanan kirin, dixwazin min sûcdar bikin û gelê me dibin zextan de bihêlin." (kom)