HDP dosyeya xwe yî destnedayînan şand DMME’yê 2016-10-01 09:05:40 ENQERE (DÎHA) – Piştî ku bi “derbe”yê re destnedayîna parlementerên HDP’ê hat betalkirin, ji ber ku di huqûqa hundirîn de, têkoşîna devjêberdana ji vê derbeyê xitimî serî li DMME’yê hat dayîn. Serlêdanên ku ji bo hemû parlementeran hatin amadekirin, duh bo DMME’yê hatin verêkirin. Têkildarî betalkirina destnedayîna parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji ber hemû rêyên huqûqa hundirîn hatin xitimandin, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hat dayîn. HDP, têkildarî destnedayîna 55 parlementeran ku der barê wan de 511 dosye hatine amadekirin, di meha hezîranê de ji bo betalkirina sererastkirinê û rawestandina karîna rêvebirinê serî li Dadgeha Bingehîn dabû, lê heman dadgeh di demeke kurt de ev serlêdana wan red kiribû û pişt re HDP bo serî li DMME’yê bide, dest bi xebatan kir. Serlêdan duh hatin şandin Di vê baregehê de, bo parlementerên ku destendayîna wan hat betalkirin, serlêdanên cuda cuda hatin amadekirin. Di serî de dosyeyên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, duh dest bi şandina wan î ya bo Strasbûrgê hat kirin. ‘Sererastkirin derhuqûqî ye’ Di daxwaznameyên serlêdanê de hat diyarkirin ku betalkirina destnedayînan bi temamî derhuqûqî ye û wiha hat gotin, “Di vê mijarê de, ji dêvla rêbaza ku di Makezagonê de hatiye diyarkirin, bi fermana Serokomar guherîna makezagonê pêk hatiye û her wiha li her çar aliyê Tirkiyeyê dozgerên ku gotinên Serokomar wek fermanan esas digirin, di serî de bo wekîlên HDP’ê û hemû wekîlên muxalif, ketine nav hewldana amadekirina îddianameyeke bêatlehî.” Di daxwaznameyan de, pêkanînên di pêvajoya betalkirina destnedayînan bi awayekî hûrguliyane cih girtin û tawanbariyên ku bo betalkirina destnedayîna parlementerên HDP’ê wek sûc hatine nîşandan û gelek îthamên bi vî rengî hatin destnîşankirin. Fezlekeyên parlementeran, biryara redkirina Dadgeha Bingehîn, îddianame, girtenameyên gazîkirina îfadeyan, girtenameyên anîna bi darê zorê hemû li dosyeyên serlêdanan hatin zêdekirin û şandin. (red)