Heyeta HDP'ê bi Waliyê Kerkûkê re hevdîtin pêk anî 2016-09-23 13:25:05 KERKÛK (DÎHA) - Heyeta HDP'ê ku di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de hevdîtinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê didomîne bi Waliyê Kerkûkê Dr. Necmettîn Kerîm re hevdîtin pêk anî. Heyeta HDP'ê ku di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de li Hewlêrê hevdîtinên xwe pêkanîn û dihat payîn ku derbasî Silêmaniyê bibin, serê sibê çûn Kerkûkê û bi Waliyê Kerkûk Dr. Necmettîn Kerîm re hevdîtin pêk anîn. Necmettîn Kerîm heyeta HDP'ê li mala xwe ya li taxa Arafê pêşwazî kir, hevdîtina heyetê ya di saet 10.15'an de destpê kir saetekê berdewam kir. Piştî hevdîtinê Kerîm û Demîrtaş daxuyaniyek hevpar dan. Waliyê Kerkûke Necnettîn Kerîm diyar kir ku ew ji ber ziyareta heyeta HDP'ê ya li Kerkûkê gelek keyfxweş bûne û wiha got: "Me di hevdîtina xwe de geşedanên li Bakurê Kurdistanê û gelê kurd dijî, diyaloga di navbera kurdan de nîqaş kirin. Em ê di vê mijarê de tişta bikeve ser milê me pêk bînin." Piştre Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş axivî. Demîrtaş da zanîn ku wan bi walî Kerîm re hevdîtinek girîng kirine. Demîrtaş, anî ziman ku bi salane li ser statuya Kerkûkê nîqaş tên kirin lê ligel van hemû nîqaşan jî Kerkûr bi hemû cudahiyên xwe re dinava aştiyê de jiyana xwe didomînin û wiha got: "Em silav û rêzên xwe ji hemû gelê Erep, Kurd, Tirmen û gelên din ên li Kerkûkê dijîn re dişînin. Ez spasiya Waliyê Kerkûkê Necmettîn Kerîm dikim ku Kerkûk li hemberî hemû êrîşan parast û ji bo aştiya navxweyî ked da. Ez hêvî dikim ku di van rojên ku em ji bo aştiya navxweyî ya kurdan de dixebitin, dê partiyên kurd jî ji bo aştiya navxweyî kedê bidin û bikevin nava diyalogan. Birêz Necmettîn Kerîm jî yek ji siyasetmedarên kurd ên navdar û tê nasîne, em dizanin ku ji bo aştiya nevxweyî ya kurdan çi bikeve ser milê wî dê bi awayekî herî baş pêk bîne." Piştî hevdîtina li Kerkûkê, heyeta HDP'ê berê xwe dan Silêmaniyê û têpayîn ku bi Sekreterê Giştî yê YNK'ê Celal Talabanî re hevdîtinê pêk bînin. Heyet piştre dê bi rêvebirên YNK'ê û nûnerên partiyên din re hevdîtinan pêk bînin." (mb)