Mêşvanên Pilûrê dest bi komkirina hingiv kirin 2016-09-20 09:06:23 DERSIM (DİHA) - Mêşvanên hingiv ên li gundê Xanuşagî yê Pilûrê mêşan xwedî dikin bi hatina payizê re dest bi komkirina hingivê kewarên mêşan kirin. Mêşvanên ku mêşan di kewarên axînî de xwedî dikin bi tam û ekla hingivê xwe navdar in. Kedîgerên mêşên, ango mêşvanên hingivîn ên li herêma Çiyayê Dêrsim, Munzur, Pilûrê mêşvaniyê dikin, her sal di demsalên buhar, havîn û payizê de mêşên hingiv xwedî dikin û hilberina hingiv dikin dest bi komkirina hingiv kirin. Mêşvanên ku li zozan û çiyayên bilind mêşan xwedî dikin piştî ku hingiv kom dikin, dadikevin navçe û bajar û hingivên xwe derdixin bazarê. Mêşvanên gundê Xanuşagî yê Pilûra Dêrsimê ku di demsala havîn û payîzê de mêş xwedî kirin, hingivê di kewaran de kom bûbûn kom kirin ango pêşan dibirin. Mêşvanên ku mêşan di nava darê de xwedî dikin û gewda darê dikin kewar bi taybet hilberînê dikin. Mêşvan ji bo hingivekî xweş gewdeyên darên 90 santîm dirêj û 25 santim fireh dibirin û bi heriyê diseyinînin. Piştî mêş du hindirê daran de hingiv çêdikin di demsala payizê de mêşan dibirin û hingivê wan berhev dikin. Welatiyên ku ser van kewarên mêşan bi herî, ka, xwelî dipêçin navê zirx li van kewaran dikin. Mêşvan Aladdin Alkan, diyar kir ku her tiştê wan ji xwezayê ye û xwezayî ye û wiha got: Hem mêş di nava xwezayê de xwedî dibin û hem jî kewar û lûsa wan ji xwezayê ye. Ji ber vê yekê tama hingiv jî gelek xweş û bi ekl e. Alkan, destnîşan kir ku ew bi salan in mêşvaniyê dikin û hemû hingivê wan xwezayî û organîk e. Alkan, bilêv kir ku ew mêşên xwe di nava kewarên zirxî de xwedî dikin û ji ber vê yekê kewarên wan dîsa li xwezayê vedigerin. Alkan, bilêv kir ku 27 salin mêşvaniyê dike û hilberîna mêşên kewarên zirxî ku wekî qereqovan bi nav dikin de xwedî dikin û wiha got: "Serdema herî zor û zahmet birîna mêşan ango komkirina hingivê ji nava van kewarên zixrî ye. Komkirin û birîn gelek zor û zahmet e. Lê ew qas jî tama wî hingivê xweş e û xwezayî ye. Bi qasî xwezayî ye ji bo gelek nexweşiyan derman e û hingivê herî bi kalîte ye. Ekl û kalîteya hingivê me bê niqaş e. Her tişt xwezayî û saf e. Ji sedî sed organîk û derman e. Em di nava 2 -3 rojan de mêşan dibirin û hingiv kom dikin. Lê dema ku em hingiv ij nava zirxan kom dikin hin caran 5-6 rojan berdewam dike û gelek zahmet e. Hingivê zirxê kîloya wî heta 200 TL tê firotin. Îsal me heta 400 kilo hingiv kom kir. Sal bi sal hilberîna hingiv zêde dibe. (mae)