Çalakiya mamosteyan a li Amedê didome 2016-09-17 17:15:02 AMED (DÎHA) - Çalakiya mamosteyan a ji bo şermezarkirina ji kar dûrxistinê bi serdanên piştgiriyê di roja 13'an de li Amedê didome. Mamosteyên ku bi Biryarên di Hikmê Zagonê (KHK) de ji kar hatin dûrxistin, çalakiya xwe ya li şaxa 1'mîn a Egîtîm Sen a Amedê dabûn dest pê kirin didomînin Di roja 13'mîn a çalakiyê de gelek gelek xwendevan tevî malbatên xwe çûn serdana mamosteyan û piştgiriya xwe anîn zimên. Her wiha Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî çû serdana mamosteyan û piştgiriya xwe anî zimên. Hevberdevkê Platforma Şaxên KESK'ê yê Amedê Selahattîn Alp dazanîn ku ew nabêjin ku bila wan şûnve bigirin kar û dê serê xwe bitewînin û got ku ewê li hemberî şer her daîm demokrasî û azadiyê biparêzin. Xwendevanê pola 4'an Efecanê ku ji bo piştgiriyê çû serdana mamosteyan dazanîn ku di nava 4 salan de 4 caran mamosteyê wî hat guhertin û xwest mamosteyên wan ji kar neyên dûrxistin. Ligel stranên di nobetê de hatin strîn welatiyên çûn piştgiriya mamosteyan dûrişmeyên wekî 'Destên dirêjî mamosteyan dibin bila bişkên' berz kirin. (ot)