AKP'ê zimanê kurdî wekî amûr bikar tîne 2016-09-16 09:17:14 ENQERE (DÎHA) – Îktîdara AKP'ê her çendi bêje zimanê kurdî serbest e jî, di serdema AKP'ê de kurdî gelek caran hatiye qedexekirin û rastî astengiyan hatiye. Herî dawî bi tayînkirina qeyûman a Şaredariyên DBP'ê tabelayên kurdî daxist û sekna li hemberî kurdî carek din aşkere kir. AKP ji 2002'an heta niha 14 salin bi serê xwe îkdîdar e. AKP di serdema 14 salan de her dem behsa demokrasî, hiqûq û mafên mirovan dike, lê dema ku mirov li mînakan dinere, gelek caran rastî qedexe, astengî û sansurê hatiye. AKP'ê piştî qeyûm tayînî 24 şaredriyên kurdan ên DBP'î kir, berî her tiştî tabelayên kurdî, ermenî, suryanî daxist jêr. Piştî tabela daxist jêr Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu got tu pirsgirêka me bi ziman re tune. Lê dema ku mirov li pratîk û mînakên 14 salan ên AKP'ê dinere, dibîne ku zimanê kurdî her dem rastî astengî, qedexe û sansurê hatiye. Li gel hemû daxwazên kurdan kurdî nebû zimanê fermî. Kurd hêj nikarin li dadgehan bi zimanê xwe parastinê bikin. Hevserokê KURD-DER'ê Mustafa Karaman bertek nîşanî gotinên Wezîr Suleyman Soylu a “Kurdî zimanê me ye" rexne kir û got: "Gotinên wezîr û rayedarên AKP'ê yên "Kurdî zimanê me ye tev derew e. Koka wê tune ye. Ji bo gotinên Soylu rast be, divê berî her tiştî hebûna kurdan qebûl bike û zimanê kurdî bibe fermî. Ger ku dibêjin kurdî zimanê me ye, divê mafê perwerdehiya kurdî bidin 6 milyon zarokên kurdan. Çend mînakên serdema AKP'ê ya qedexeyên li ser ziman * Di serdema 2002'an de bi deh hezaran xwendekarên kurd ên zanîngehan di kampanya "Ez bi zimanê xwe perwerde dixwazim" daxwazname dan rayedaran. Lê bi sedan xwendekar ji bo vê daxwaza xwe hatin girtin û ji zaningehê hatin dûrxistin. 6 xwendekar rastî 35 sal û 6 meh ceza hatin. * Di 2004'an de ji ber xala rêziknameya Egitim Sen’ê ya "Bê pere û zanistî bi zimanê zikmakî perwerde" doza girtina sendîka hat vekirin. AKP'ê der barê 7 rêveberên sendikayê de ji bo her yekî 3 sal ceza xwest. Egîtîm Sen'ê ji neçarî ev xal ji rêziknameya xwe derxist. * Serokê Şaxa Egitim Senê yê Amedê Abdullah Demirbaş ji ber piştgirî da perwerdehiya zimanê zikmakî ji peyvira mamostetiyê hat dûrxistin. Di serdema AKP'ê de bû Şaredarê Sûrê û ji ber bi kurdî, erebi, ermenî, suryanî û keldanî buroşur belav kirin ji aliyê îktîdara AKP'ê ve ji kar hat dûrxistin. * Di 2009'an de dema Wekîlê Mêrdîn û Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk li meclîsa Tirkiye bi kurdî axivî di girtekan de wekî “X- zimanê nayê zanîn" derbasî qeydan kir. * Gelek salan afîşên Newrozê ji ber tîpa "W" hat qedexekirin. * Gelek zaroken kurd ji ber tîpên "X, W, Q" navê wan di nifûsê de nehat qeydkirin. * Di 3'ê Sibata 2012’an de sazumankarê AKP'ê Bulent Arinç di qanala CNN'ê de got "Kurdî ne zimanê medeniyetê ye" û xwest kurdî zimanekî kêm û bê qîmet bide xuyakirin. * Di 2015'an de Erdogan di hilbijartina Serokomariyê de pirtûka pîroz a Kur’an-i Kerim ku ji aliyê Vakfa Ensar ve hat çapkirin di mîtîngên Amed, Êlih û herême de bi Kur-anê propaganda kir. Di mîtîngan de bi kuran-î Kerim a kurdî propaganda xwe kir. Di heman demê de der barê meleyê teqawît û endamê DİAYDER'ê Muhittin Eryilmaz ji ber bi kurdî axivi hat girtin. * Herî da wî Wekîlê HDP'ê yê Sêrtê Kadri Yıldırım bi kurdî pirsname da meclîsê, lê pirsname li meclîsê nehat qebûlkirin. Bi salan parastina kurdî li dadgehan weki zimanê nayê zamîn hat qebûlkirin. (mae)