'Her berteka li dijî qeyûmê, li dijî texrîbata xwezayê ye jî' 2016-09-16 09:10:01 ÎZMIR (DÎHA) - Ekolojîstan bal kişand ser qeyûma li dijî 28 şaredariyên ku hatiye tayînkirin, projeyên talanê yên di serdema AKP'ê de derketiye pêş û aşkera kirin ku têkoşîna li dijî qeyûmê, di heman demê de têkoşîna li dijî talana xwezayê ye. 24 jê şaredariyên DBP'ê bi giştî 28 şaredariyên li Tirkiye û Kurdistanê bi fermana Wezareta Karê Hundur bi qeyûmê hat destaserkirin. Polîsan di 11'ê Îlonê de bi ser şaredariyên DBP'ê de girt û ev serdagirtin hêj rastî bertekan tê. Ekolojîstan jî ev destaserkirin wekî projeya talana jiyanê pênase kir. Sergen Sucu da zanîn rêveberiyên herêmî û şaredarî jiyana ekolojîk bi awayekî aktîf dixin meryetê, lê ev rêveberiyên gelerî yên li Kurdistanê tên tepisandin û ev tişt got: "Me li Kurdistanê vîna xwe danî holê û rêveberiyeke demokratîk, ekolojîk û azadiya zayendî pêk anî. Ev bi hevkariya gel pêk tê, lê dewlet bi riya qeyûmê vê vînê destaser dike." Sucu aşkera kir ku her berxwedana li dijî qeyûmê li dijî talana xwezayê ye jî û wiha axivî: "Bi qeyûmê rêveberiyên herêmî tên tunekirin. Dîsa ji ber ew qas xebata jî AKP'ê bi HES'an welatî li cihên wan nekir, ajan nekuştin û tanan pêk neanî, her tişt kir." Li dijî talana xwezayê derên Rêveberê Platforma Derûdorê ya Egeyê (EGEÇEP) û di heman demê de rojnameger Ozer Akdemîr jî bal kişand ser xala 80'emîn a KHK'ê û ev wekî "destaserkirina dewletê ya xwezayê" pênase kir. Akdemîr bi lêv kir ku li dijî qeyûmê derketin, di heman demê de li dijî gaspa xwezayê derketin e û ev tişt anî ziman: "Dê ev rewş çibe, ya rast bi xala 80 ya KHK'ê ku piştî derbeyê hat derxistin diyar bû. Her tişt li aliyekî, em dikarin bêjin xala 80'emîn tê wateya destaserkirina xwezayê ya ji hêla dewletê ve û tayîna qeyûmê." Akdemîr herî dawî destnîşan kir ku divê li dijî hişmendiya qeyûmê ya ku vîna gel gasp dike bê sekinandin û ev di heman demê de wekî parastina xwezayê şîrove kir. (ms)