Têkoşîna Bêrîvanê emanetî jinan e 2016-09-16 09:06:57 WAN (DÎHA) - Şervana YPJ'ê Bêrîvan Bartu (Hîra Solîn) di berxwedana bajarê Minbicê de jiyana xwe ji dest da, têkoşîna wê ya bi salan dabû meşandin emanet ji jinan re ma. Endama Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Bêrîvan Bartu (Hîra Solîn) a li dijî barbarên DAIŞ'ê têkoşîn dida, di hemleya azadkirina Minbicê de di şer de jiyana xwe ji dest da. Bartu hêj di temenekî piçûn de rûyê koçberiyê nas kir. Bartu di sala 1989'an de li gundê Xumarê ya navçeya Şaxê ya Wanê tê dinê, hêj yeksalî ye bi malbata xwe re koçî navçeya Tarsusê ya Mêrsînê dike. Li Tarsusê 7 salan bi zextên polîsan re rû bi rû dimînin, dema li ber bavê wê Celal Bartu tê binçavkirin li ber deriyê qereqolê ciwanên kurd nas dike. Bav Bartu di serdagirtina dawî de tê girtin, malbat di sala 1997'an de careke din vedigere Wanê. Di heman demê de meta Bartu Gulbahar Bartu jî gerîlaya HPG'ê ye û di pevçûnekî de jiyana xwe ji dest dide. Bêrîvan Bartu ya rûyê înkarê ji nêz ve nas dike, herî dawî di sala 2006'an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Her birîn ew nêzî azadiyê kir Bartu di 8 salên xweyên gerîlatiyê de 6 caran di şer de birîndar dibe, di her birîna ku ji laşê xwe digire hêz zêdetir xwe nêzî azadiyê dike. Piştî çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kobanê dikin, derbasî bajêr dibe, di eniya herî pêş a şerê dîrokî de cihê xwe digire. Di hemleya azadiya Minbicê de jî tevli şer dibe, di şer de tevli kerwanên nemiran dibe. Dayik Leylî Bartu aşkera kir ku Bêrîvanê li dijî polîtîkayên pişaftinê dest ji dibistanê berda ye, di temenekî piçûk de dest bi xebatê kiriye û ev tişt got: "Bi taybetî dixwest ji bo jinan tiştekî bike. Jineke gelekî bi biryar bû, tişta ku dixist serê xwe pêk tanîn." Dayik Leylî da zanîn berî keça wê tevli gerîlayan bibe, bi şev bi cilên nû hatiye malê, porê xwe boyax kiriye û wiha axivî: "Ji bo çûyînê bi şev xebatek veşarî dikir. Ez ketim fikarê min jê pirsî, ez egle kirim. Roja ku wê biçûya hat ser şaneşînê û behsa çûyîna hevala xwe kir, toqe ji min xwest û xwest min hembêz bike. Min ew negirt cidiyê. Tişta herî dilê min diêşîne ev e." Birîndar bû lê dest ji têkoşînê berneda Bartu destnîşan kir ku Bêrîvan gelek caran birîndar bûye lê dest ji têkoşînê berneda ye û wiha pêde çû: "Hem li çiyê û hem jî li Kobanê gelek caran birîndar bû, çavê xweyî rastê beşeke mezin winda kiribû. Lê dest jê berneda. Bi serkeftinên xwe di YPJ'ê de bibû fermandar, ez bi vê serbilind bûn." Bartu di dewama axaftina xwe de aşkera kir ku wê Bêrîvan di dema berxwedana Kobanê de di televîzyonê de jî dîtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi wêrekiyekî bi ser dijmin de diçû, ez gelekî bi kelecan bûm û ez pê serbilind bûm. Dema li Kobanê bû min çend caran bi telefonê pêra axivî. Ji min re got 'Kêngê ev ax azad bibin, ez ê bi hevriyên xwe re li kêleka Gola Wanê çayekî vexwim.' Bêrîvan hem ji bo xeyalên xwe û hem jî ji bo azadiya jinan têkoşîn dida û di vê riyê de bê mirin bû." Dayik Leylî Bartu got ku ew dê îro şûn ve xwedî li tekoşîna Bêrîvanê derkeve. (ms)