Bi şagirtê xwe re piştî 36 salan dîsa di têkoşînê de ye 2016-09-16 09:06:19 HATAY (DÎHA) - Mamosteyê Polê Abdulkadîr Ertekîn 37 salan mamostetî kir, di Derbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê de bi şagirtê xwe re ji peywîrê hat girtin. Ertekîn niha bi şagirtê xwe re li dijî ji peywîr girtinê têkoşînê dide. Bi hezarak kedkarên perwerdeyê piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê ji hêla rêveberiya OHAL'ê ji peywîrê hatin girtin. Li Hatayê jî 928 kedkarên perwerdeyê ji kar hatin girtin. Di vana van perwerdevanan de mamosteyê bi navê Abdulkadîr Ertekînê 37 salan mamostetî dike û şagirta wî Gulîzar Işik a 15 sal e mamostetiyê dike jî hene. Ertekîn di sala 1979'an de li Semsûrê dest bi mamostetiyê kiriye, di 12'ê Îlona 1980'yî de ji peywîrê hat girtin. Ertekîn jî wekî bi hezaran endamên TOB-DER'ê 2 salan di girtîgehê de ma û îşkence dît. Bi têkoşîna xweya li girtîgehê ya ji sala 1982'yan heta 1985'an berdewam kir re, li Erziromê careke din dest bi mamostetiyê kir. Ertekîn di sala 1988'an de tayînê gundê Takebaşi ya navçeya Samandag a Hatayê hat kirin, bi salan di nava rêxistina kedê de cih girt. Herî dawî di nava Egîtîm Senê de xebat meşand. Ertekîn di sala 2005'an de teqewîtbûyîn qebûl nekir, salekî karê xwe da rawestandin, herî dawî di sala 2016'an de bi hezaran mamosteyî ve ji peywîrê hat girtin. Ertekîn aşkera kir ku wî gelek şagirt bi pêş xistine, bi mamosteyan re gelek xwendkar jî xebitî ne û ev tişt got: "Piştî hewldana derbeyê li dijî kedkarê perwerdeyê jî pêla lîncê hat destpêkirin. Wekî 36 sal berê em ê dîsa têkoşîna xwe berdewam bikin." Ertekîn da zanîn şagirta wî Gulîzar Işik jî ji peywîrê hatiye girtin û piştrast kir ku têkoşîna ku dide, ew baş dizane çiqasî girîng e. Gulîzar Işik jî destnîşan kir ku ew bi hevjînê xwe re ji peywîrê hatiye girtin û got hevjînê dema li Êlihê mamostetî dikir, ji ber tevli merasîma cenaze bûye, sirgûnî Sînopê hatiye kirin. Işik bi lêv kir ku ew jî di Egîtîm Senê de dixebite, piştî hatine Hatayê li vir xebatên xwe dane meşandin. Işik got ku ew dê bi mamosteyê xwe re têkoşîna xwe bidomîne. (ms)