Dewlet li Gaziyê çi dike? 2016-09-16 09:01:24 STENBOL (DÎHA) - Hêzên dewletê girê nava taxa Gazî kirin qereqol û roj bi roj tevgera wesayitên zirxî li taxê zêde dikin. Tevgera zêde ya leşkeran pirsa "Dewlet dixwaze li Gazî çi bike" tîne aqilan. Li taxa Gazî ya navçeya Sultangazî ya Stenbolê hêzên dewletê di girê nava taxê de qereqol avakirin û derdora qereqolê jî bi telan dorpêç kirin. Piştî li taxê qereqola tîmên taybet hat bicihkirin û bi dehan wesayitên zirxî ketin taxê. Tevgera wesayitên zirxî bê navber li nava taxê didome û gelek caran wekî konvoyê li ber avahiya Cemxane û saziyên sivîl yên li taxê digerin. Berê mala gel xera kirin Bi destpê kirina dorpêç û tevgera tîmên taybet re sereke Mala Gel a Gazî û çayxaneya li Navenda bi Tiryakê re Tekoşînê ya Hasan Ferît Gedîk bi kepçeya zirxî xerakirin. Dîsa gelek rawestgehên taksî û gelek çayxane bê hincet xerakirin. Li dibsitanan wesayitên zirxî bicîh kirin Dibistanên li taxê jî bi tîmên taybet û wesayitên zirxî hatine dorpêçkirin. Tîmên taybet ku li dibistanan hatin bicîhkirin çekên giran di nava malan de digerin. Tîmên taybet bi vê tevgera xwe gef li şeniyên taxê dixwin. Marşên nîjadperest û gule baran Ji saetên êvarê ve tevgera tîmên taybet û wesayitên zirxî li ser taxê zêde dibe. Wesayitên zirxî yên ku hemû kolanên taxê dorpêç dikin û bi marşên nîjadperest nava taxê digerin. Tîmên taybet bi saetên derengiya şevê gule barana hewayê dikin, li taxê rewşa tirsê diafrîne. Bi vê tevgerê re tîmên taybet li ser cafeyan û çayxaneyan de jî digire û bi qontrola nasnameyan gef li şeniyên taxê dixwe. Gelo amedekariya şer tê kirin? Ev dorpêç û kiryarên hêzên dewletê, kiryar û pêkanînên hêzên dewletê ya ji beriya êrîşên qirkirinê ya li hemberî Kurdistanê bîr têne. Li taxê jî piranî kurd û elewî dijîn. Şeniyên taxê dorpêç û kiryarên tîmên taybet li hemberî kurdan û elewiyan dinirxênin. (ozp/mae)