Alp Altinors hat girtin 2016-09-16 07:55:40 TOKAT (DÎHA) - Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Alp Altinors piştî hefteyekî derxistin dozgeriyê hat girtin. Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Alp Altinors ê ku li Enqereyê beriya hefteyeke li mala xwe hat binçavkirin û anîn Tokatê bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hat girtin. Hevsera Altinors û Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Bîrsen Kaya jî dema li baxçeyê Edliyeya Tokatê disekinî ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin. Kaya hê di bin çavan de ye. (sa)