Çalakiyên deng derxistinê li Amedê didomin 2016-09-15 21:34:57 AMED (DÎHA) - Qeyûmên tayînî ser şaredariyan hatin kirin, li gelek taxên Amedê bi çalakiyên deng derxistinê hatin şermezarkirin. Bertekên li dijî tayînkirina qeyûmên li dijî şaredariyên DBP'ê di roja 3'yan de li Amedê didomin. Amediyên bi banga DBP'ê derketin kolanan, li gelek taxan deng bilind bûn. Welatiyên li navçeya Rezanê di şaneşîn, kolan û kuçeyan de piştgirî dan çalakiyê, demek dirêj berdewam kir. Bi sedan welatî derketin derve bi qûşxane, tawe û fîqan deng derxitin. Di dema deng derxistinê de polîsan li taxan bi maşînên zirxî dewriye gerandin. (ms)