Cenazeyê Kiliç birin Çewligê 2016-09-15 19:06:04 ŞIRNEX (DÎHA) - Cenazeyê Gerîlayê HPG'ê Bunyamîn Kiliç (Baran Serhat Mîrza) yê ku di 2'yê îlonê de li Cûdî jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û birin Çewlîgê. Cenazeyê Gerîlayê HPG'ê Bunyamîn Kiliç (Baran Serhat Mîrza) yê 2'yê îlonê di encama pevçûnekî de li Çiyayê Cûdî jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê malbata wî ve hat wergirtin. Malbata Kiliç ji bo cenazeyê kurê xwe wergire îro serî li Dozgeriya Şirnexê de û piştî karûbarên fermî cenazeyê Kiliç ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat wergirtin. Malbatê cenaze ber bi navçeya Solhan a Çewligê ve bir û Kiliç dê sibe li Solhanê bê defin kirin. (kom/no/ms)