Piştgiriya mamosteyan mezin dibe 2016-09-15 18:01:12 MÊRDÎN (DİHA) - Li Mêrdînê serdanên piştgiriyê yên ji bo endamên Egîtîm Senê ku bi Biryara di Hikmê Zagonê (KHK) de ji kar hatin dûrxistin didome. Şaxa Egîtîm Sen a Mêrdînê bi tevlîbûna endamên xwe yên navçeyên wekî Şemrex, Dêrik û Qoserê li avahiya xwe ya Mêrdinê ji bo şermezarkirina ji kar dûrxistina mamosteyan çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Piştî çalakiyê serdanên piştgiriyê jî dest pê kirin. Îro tevî nûnerên saziyên sivîl, Sekreterê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Baran Îlhan û gelek xebatkarên Şaredariyê ji bo piştgiriyê çûn serdana mamosteyan. Di serdanê de hate diyar kirin ku neheqiya li dijî mamosteyan hatiye kirin nayê qebûlkirin û hate xwestin ku Hikûmet ji şaşitiyê vegere. Mamosteyên di çalakiyê de jî dan zanîn ku ewê têkoşîna xwe ya mafan bidomînin. (ot)