Nobeta li Şemrexê di roja 5'an de bi biryarî didome 2016-09-15 17:11:36 MÊRDÎN (DÎHA) - Gelê Şemrexê û xebatkarên şaredariyê ev 5 roj in li ber şaredariyê li hemberî tayînkirina qeyûmê çalakiyê rûniştînê pêk tînin. Çalakvan bi biryar in ku heta şaredariya xwe nestînin çalakiya xwe bê navber bidomînin. Gelê navçeya Şemrexa Mêrdînê û xebatkarên şaredariyê ev 5 roj in li ber şaredariyê li hemberî tayînkirina qeyûm çalakiyê rûniştînê bênavber berdewam dikin. Çalakiya di serê sibehê de destpê dike heta derengiya şevê didome. Ozkan: Em ê li vîna gelê xwe xwedî derbikevin Hevşaredar Alî Ozkan diyar kir ku ev 5 roj in li hemberî derbeya qeyûm li ber şaredariya xwe nobetê digirin û wiha berdewam kir: "Îro li ser navên qeyûman şaredariyên gel kirine wek qerekolan. Li ber deriyên şaredariyên me polîs bi çekan, TOMA û wesayetên zirxî nobetê digirin. Bi awayekî faşîzane dest danîne ser vîna gelê me. Em jî vê tişta qebûl nakin. Ji ber vê yekê em nobetê li ber şaredariya gelê xwe digirin. Em van qeyûman qebûl nakin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û em ê heta dawiyê li vîna gelê xwe xwedî derbikevin." Yildirim: Şaredarî wek qereqolê tê bikaranîn Hevşaredar Necla Yildirim jî derbarê qeyûman de wiha axivî: "Tu kes ji bilî gelê me nikare me ji vir derxe. Heta gel nexwaze em dev ji peywira xwe bernadin. Tu xebatkarê me ji xwe naçin xebatan. Em tu carî serê xwe li ber wan jî natewînin û qeyûmên wan jî nas nakin. Li Kurdîstanê tenê şaredariyên me weke qereqolan nedihatin xebitandin. Lê em niha dibînin ku şaredariyan me kirine wek qereqolan. Hemû cerdewan, polîs û kontra ketine şaredariya me. Em vê zilmê qebûl nakin. Ev şaredarî şaredariya gelan e." Çalakvanê 85 salî: Em ê ligel faşîzma AKP'ê berxwe bidin Çalakvanê 85 salî Zilfî Aktîmûr ligel temenê xwe yê pêşketî hatiye li şaredariya xwe xwedî derdikeve. Aktîmûr da zanîn ku AKP bi hilbijartina nikare şaredariya wan desteser bike û wiha got: "Her çiqas hiqkumeta AKP'ê rêbazên xwe yên faşîzan bimeşînin jî em li ser lingan in. Em ê heta dawiyê jî li ber xwe bidin. Dema şaredariya me bû hemû kes dema dixwest diçûn şaredariyê. Lê niha bi çekan ber deriyê şaredariyê girtine nahêlin gel biçin şaredariya xwe. Em ê şaredariya xwe dîsa bistînin. Tu gumana me tuneye. Serkeftin ya me ye." Welatiyê bi navê Fesîh Acar jî bi lêv kir ku ev şaredarî ne şaredariya Necla Yildirim û Alî Ozkan e û got ku ev şaredarî şaredariya gelê Şemrexê ye û wiha got: "Ez bang li hemû gelê Şemrexê dikim. Werin li şaredariya xwe xwedî derbikevin û şaredariya me nexin destên neyaran." 'Em ê bi berxwedana xwe bi serkevin' Endamê Meclîsa şaredariyê Osman Azak jî wiha axivî: "Me ji sedî 75 deng sitendiye. 13-14 hezar deng sitendiye. Ev zilm e. Hûn vîna me nasnakin em jî qeyûmên we nasnakin. Gelê kurd gelekî berxwedêr in. Tu kes nikarin neheqiyê li gelê me bikin. Em ê bi berxwedana xwe bi serkevin. Serkeftina ya gelê me ye." Polîsan pankarta çalakiyê kom kir û bir Polîsên ku tehemula wan li hember çalakiyê tuneye pankartên, "Em bi hilbijartinê hatine em ê bi hilbijartinê biçin" û "Derbeya li ser vîna me nayê qebûlkirin" hatîn daliqandin kom kirin û birin. (kom/no)