Stenbolî: Berxwedan dê xurtir bibe 2016-09-15 16:26:49 STENBOL (DÎHA) - Nûnerên HDK û HDP'ê yên Stenbolê bi çalakiyekê bertek nîşanî tayînkirina qeyûmê dan û anîn ziman ku dê li dora şaredariyên xwe bibin xelek û berxwedana li dijî qeyûman mezintir bikin. Di daxuyaniyê de xwest guh bidin banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Endam û rêveberên Meclîsa Stenbolê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, li ber avahiya HDP'ê ya Stenbolê kom bûn û tayînkirina qeyûmê ya 24 şaredariyên DBP'î şermezar kirin. Çalakvanan diyar kirin ku ew dê li dijî tayînkirina qeyûmê çalakiyên xwe mezintir bikin. Koma ku li ber avahiya HDP'ê kom bûn pankarta "Şaredarî yên gel in, em qeyûmê darbekaran nas nakin" vekir û silogana "Silav, silav ji îmraliyê re hezar silav" berz kirin. 'Qeyûm darbeya sivîl e' Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Dogan Erbaş anî ziman ku tayînkirina qeyûmê darbeya li dijî vîn, nasname û hebûna gelê kurd e û wiha got: Navê vê yekê darbeya sivîl e. Îktîdar peyama "Hûn çiqas deng bistînin jî hûn nikarin xwe bi rêve bibin" dide me. Di serî de hevşaredar û endamên meclîsê û hemû hevparên partî û saziyan li hemberî vê biryarê bêdeng namînin. Tayînkirina qeyûman dijminantiya jinê ye Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecioglu jî diyar kir ku Şaredarî yên gel in û tayînkirina qeyûmê li dijî demokrasî û vîna jinê ye û wiha got: "Tayînkiria qeyûmê nedîtina vîna jinê ye. Tayînkirina qeyûman dijminantiya jinê ye. Tirkiye di cîhanê de gavek yekem davêje. Em destûrê nadin vê yekê." Wekîla HDP'ê ya Huda Kaya jî wiha got: "Ez bang li zalimên bi hezaran sewal serjê dike û sewalan dike qurban û difikirin ku bêtir xwe nêzî xweda dikin. Ez ji wan re dibêjin ger hûn nêzî doza mirovan bibin, divê hûn ji fikr û ramana wan re hurmetê nîşan bidin. Ger hun bi hurmet nêzîk bibin hûn dê nêzi xwedê bibin. Ger hûn bi hurmet nêzî raman û doza mirovan bibin, pewist nake qurbanê jêke. 'Berxwedan dê mezin bibe' Rêvebera HDP'ê Zarya Erdogan jî daxuyanî da û diyar kir ku ew tê dêkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin. Zerya Erdogan bang li hemû rayedarên hikûmet û dewletê jî kir û xwest guh bide peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Zerya Erdogan anî ziman ku peyûma li dijî 24 şaredariyên DBP'ê li dijî vîna gel e û vîna gel hatiye desteserkirin û wiha got "Têkoşîna me ya li dijî qeyûmê dê mezin bibe." (mae)