Berxwedêrên greva birçîbûnê hatin binçavkirin 2016-09-15 16:15:58 COLEMÊRG (DÎHA) - Polîsan bi ser avahiya DBP'ê ya Colemêrgê ya ku greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hatibû destpêkirin de girtin, 20 kes hatin binçavkirin. Polîsan li Colemêrgê bi ser avahiya DBP'ê ya ku Wekîlên Hevşaredarên Colemêrgê yên DBP'ê Şaban Alkan û Fatma Yildiz û rêveberên HDP û DBP'ê jî di nav de koma ku ji 10 kesan pêk tê û ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûman dest bi greva birçîbûnê kiribûn de girtin. Di serdegirtinê de Alkan, Yildiz Hevserokên HDP'ê ya Navçeya Navendî Emîne Armut û Asim Ozcan, Hevserokê MEYA-DER'ê Selîm Kaya jî di nav de 20 kes hatin binçavkirin. 20 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Bajar, li avahiya DBP'ê lêgerîn berdewam dike. (sa)