'KHK li dijî Dadgeha Esasî û PMME'yê ye' 2016-09-15 16:11:05 STENBOL (DÎHA) - OHD û MHD'ê aşkere kirin ku Biryarên di Hikmê Zagonê (KHK) li dijî Dadgeha Esasî û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ne. Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya têkildarî tayînkirina Qeyûmê ya bi Biryarên di Hikmê Zagonê (KHK) bo Şaredariyên DBP'ê hatin tayînkirin de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Hikûmeta AKP'ê bi tayînkirina qeyûman dixwaze hemû Şaredariyên DBP'ê tasviye bike û wiha hat gotin: "Tê zanîn ku Hikûmeta AKP'ê ji bo fikr, tevger û bîrdoziya xwe serdest bike, bi rêya OHAL'ê rewşek kaos afirandiye. Bi îlankirina OHAL'ê gelek biryarên ku rewabûna wan divê bên nîqaşkirin hatin girtin. Bi van biryaran azadî û jiyana hemwelatiyên Tirkiye hatiye tengkirin. AKP bi hinceta piştgiriya 'terorê' dixwaze vîna gel tunebike û bi zextan zagonan xistiye meriyetê." Di berdewama daxuyaniyê de hate diyar kirin ku, guhertinên di Zagonên Şaredariyan de ku bi KHK'ê ve pêk hatiye, li dijî Dadgeha Esasî û PMME'yê ye û wiha hat gotin: "Li gorî Dadgeha Esasî ya Tirkiye û peymanên ku Tirkiye bûye teref, di demên OHAL'ê de be jî divê mafên bingehîn û yên siyasî ji holê neyê rakirin. Di warê ji kar dûrxistina şaredaran de aşkere bêhiqûqiyek mezin li holê ye. Li gorî zagonên Şaredariyan, ger Şaredar ji kar bên dûrxistin li şûna wan divê Endamên Meclîsa Şaredariyê, Şaredarekî hilbijêrin. Tayînkirina qeyûmê hewla çewisandina gelê Kurd e." Dîsa di daxuyaniyê de hate gotin ku armanca KHK'e tecrîdkirina Tevgera Siyasî ya Kurd û hemû mûxalîfane û hat diyar kirin ku bi biryarên KHK'ê cûdabûna hêzan hatiye binpêkirin û hiqûq ji holê hatiye rakirin û rê li ber 'Xespkirina Fonksyinonan' hatiye vekirin. OHD û MHD'ê di dawiya daxuyaniyê de aşkere kirin ku ewê li hemberî mafê hilbijartinê ya ku bi KHK'yan ji holê hatiye rakirin têkoşîna hiqûqê bidin. (ot)