Ji bo azadiya Ocalan li Strasbourgê dimeşin 2016-09-15 13:57:46 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Kurd li bajarê Strasbourg ê Firansayê yê Ewropa, ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dimeşin. Kurdên ku ji bajarên Almanya, Fransa, Swêd, Avusturya, Hollanda û Belçika hatin li pêş Şaredariya Strasbourgê kom bûn çalakî pêk anîn. Kurdên ku li ber qada Place de la Bourse kom bûn, di saetên 11.30'an de dest bi meşê kirin. Kurdên ku dest bi meşê kirin ber bi Place Kléber ve dimeşin. Kurdan di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vekirin û tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin. Di meşê de pankartên ku biryara qeyûmê û tecrîdê şermezar dikin vekirn û siloganên azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dixwazin berz kirin. Bê navber siloganên "Ji Ocalan re azadî" û "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan nabe" qêriyan. Kortaja meşê kîlometreyekê dirêj bû. Girse piştî biêjin qada Place Kléberê dê li vir mîtîngê pêk bînin. Çalakvanên ku ji bo azadiy Ocalan di navber 23'ê Tebaxê û 13'ê Îlonê de ketibûn greva birçîbûnê jî amade bûn. (mae)