Wêjevanên kurd jî ji peywirê hatin dûrxistin 2016-09-10 12:35:16 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)-Derket holê ku di nava 11 hezar û 285 mamosteyên ji hêla Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) ve ji kar hatin dûrxistin de wêjevanên navdar ên Kurd jî hene. Li gel ku bi salane wêjevanên navdar ên wekî Şener Ozmen, Dilawer Zeraq, Lal Laleş, Sîdar Jîr, Kemal Varol, Îlhami Sîdar, Murat Ozyaşar û gelek nivîskar û helbestvanên ku mamostetiyê dikin û der heqê wan de heta niha lêpirsînek jî nehatiye vekirin, bi îdiaya 'Piştgirî dane rêxistinê' ji kar hatin dûrxistin. Ji mamosteyên ji peywirê hatin dûrxistin Şener Ozmen, bi çîrok û romanên xwe yî bi navê "Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî", "Keleh" û "Rojnivîska Spînoza" û her wiha di warê hunera artî de jî li Ewropayê wekî hunermendekî navdar tê nasîn. Dilawer Zeraq, bi çîrok, roman, lêkolîn û rexneyên xwe yên bi navê "Mirina Besî", "Nexşên Li Giyan", "Bişirîna Şermînî", "Kakil", "Rajena Kurdî", "Ferhenga Biwêjan (3 Cild)" tê nasîn. Helbestvan Lal Laleş , bi pirtûkên xwe yî bi navê "Berbejna rê" (2003), "Deqên Qesas" (2009) ve "Matmayînên Ronyayê, (2011) tê nasîn. Werger û çîroknûs Sîdar Jîr, bi pirtûkên xwe yî bi navê "Ariya Giyanên Stewr", "Dozdeh Çirk" û her wiha ji wêjeya cîhanê bi gellek wergerên xwe tê nasîn. Îlhamî Sîdar, bi pirtûkên xwe yî bi navê "Sadakat", "Melekler de Olur", "Dagli", "Bedirhan-Bir Cudi Soylencesi" tê nasîn. Kemal Varol, bi pirtûkên xwe yî bi navê "Jar" (2011), "Haw" (2014) û "Ucunda Olum Var" tê nasîn. Murat Ozyaşar, bi pirtûkên xwe yî bi navê "Ayna Çarpmasi", "Bîr" hwd. tê nasîn. (red)