DYA û Rûsya ji bo agirbesta li Sûriyê lihev kir 2016-09-10 08:57:50 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Ji bo şerê li Suriyê bidawî bibe, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Rûsya ji bo piştî cejna qurbanê, di 12'ê îlonê de agirbest bikeve meriyetê lihev kir. Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê John Kerry û hempîşeyê xwe yê Rus Sergey Lavrov li bajarê Cenevre hatin cem hev û ji bo agirbest bê îlankirin planek amadekirin. Piştî hevdîtina bi saetan Kerry ji rojnamegeran re axivî û got plana wan a nû di encama hevdîtinên dîplomatîk ên bingehîn ve hatiye amadekirin û got ewê komên muxalîf heta ku bikaribin xwe ji çeteyên DAÎŞ û El Nusra dûrbixin. Kery di berdewama axavtina xwe de got ku ger agirbest bi qasî hefteyekê bidome, paşê ewê li navendekê kom bibin û ji bo têkoşîna li hemberî DAÎŞ û El Nusrayê bê dayîn dê bihev re bixebitin. 'Li dijî El Nusra operasyona hevpar' Kery diyar kir ku ewê li hemberî Artêşa Sûriye û komên mûxalîf êrîşên hewayî pêk neynin û got têkoşîna li hemberî El Nusrayê ji bo Amerîka jî dê erênî be û anî ziman ku ewê li pey wan terorîstan jî biçin. Her wiha Kery diyar kir ku ewê pîsporên Amerîkî û Rûs ji bo alîkariyên mirovî bixebitin û dê bi Rusyayê re hevpar li dijî komên navborî operasyonan pêk bînin. '5 peyman: Rejîma Suriye hat agahdarkirin' Lavrov jî diyar kir ku wan li ser 5 peymanan lihevkiriye û got ku ji bo alîkariyên mirovî bigihêjin Helebê, têkoşîna li hemberî komên çete bê dayîn, di dema agirbestê de rejîm bê bihêzkirin û paşê şert û mercên pêvajoya siyasî bê afirandin. Lavrov diyar kir ku gava yekemîn dê agirbesta 48 saetan be û anî ziman ku ewê di vê demê de jî hewlbidin dema agirbestê dirêj bikin û dazanîn ku Rûsya û Amerîka ji bo ev peyman pêk bê soz dane û got ku Suriye jî hatiye agahdarkirin. Lavrov di berdewama axavtina xwe de got ku gelek komên berjewendiyên wan ên dijber hene û anî ziman ku kes nikare sedî sed garantiyê bide û got bi piştgiriya Îran û Erebîstana Siûdî jî avakirina Koma Piştgiriya Suriyeyê serkeftinek mezin e. Her wiha paşê Kerry dîsa axivî û got wan Washingtonê jî agahdarkirine ku bi Rusyayê re lihevkirine û got ewê hemû mijar bên lêkolînkirin û li ser peymanên ku bi Rusya re lihevkirine hevdîtinan dewam bikin. 'Divê hemû kom xwe vekişînin rêya Qestello' Amerîka û Rusya bang li tevahî Koman kirin ku ji 12'ê îlonê dema derketina rojê agirbest derbasdar e û hat gotin ku di dema agirbestê de operasyonên hewayî divê bên rawestandin, ligel Helebê divê alîkariyên mirovî bigihêjin herêmên pêdiviya wan pê heye. Her wiha bi taybet ji bo Helebê jî hat xwestin ku ji bo alîkariyên mirovî bigihêjin cihên xwe hemû kom xwe vekişînin rêya Qestello. (ot)