Jinan CPT'yê protesto kir 2016-09-09 14:41:38 MÊRSÎN (DÎHA) - Koordînasyona KJA'yê, ji aliyê CPT'yê paşguhkirina tecrîda li Îmraliyê, bi nameyan protesto kirin. Koordînasyona Jinên Azad (KJA) a Mêrsînê, di baregeha kampanyaya "Ez li Rêberê xwe, axa xwe û azadiya xwe xwedî derdikevim" ya ku bo Rêberê PKK'ê Abdûllah ocalan hatibû destpêkirin de, daxuyanî da û name ji bo CPT'yê re şand. Daxuyaniya ku li avahiya HDP'a Bajêr hat dayîn de, Hevşaredara Şaredariya Akdenîzê Yuksel Mûtlû û gelek jin beşdarî wê bûn. Li ser navê KJA'yê rêvebera HDP'a bajêr Fatmagul Demîrtag daxuyanî da û got, piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê şik û gumanên wan î derbareyê ewlehî û tenduristiya Ocalan de her diçe zêde dibin. Demîrtag diyar kir ku CPT Girava Îmraliyê piştguh kiriye, encama serdanên xwe yî berê bi raya giştî re parve nekiriye û ev di nezda gel de bûye cihê bertekdayînan û ji ber vê baweriya wan bi saziyên navneteweyî nemaye û wiha got, "Li gel van hemû pêkanînan em nizanin li Girava Îmraliyê çi tên jiyîn û endîşeyên me yî derbareyê jiyîna Ocalan de zêde dibin. Ji ber hesasiyet û lezgîniya rewşê, em dixwazin demildest Girava Îmraliyê û hukumxwarin wir serdana wan bê kirin." Piştî daxuyaniyê, jinan berê xwe da PTT'ya Navendê û name ji CPT'yê re şandin. (red)