Karker jî xwediyên kar jî rojên zehmet dijîn 2016-09-09 09:03:38 SEMSÛR (DÎHA) - Bulam bi titûna xweya pêçayî tê nasîn, ji ber şer karker jî xwediyên kar jî rojên zehmet dijîn. Xwediyê kar Huseyîn Demîrcî ji ber erzanbûnê bi gazin e. Titûna li taxa Balikburnu ya li bajaroka Bulamê ya navçeya Çelîkhanê ya Semsûrê çinandin, ji derveyî xwediyê xwe, ji bo jinên karker jî deriyekî kar e. Lê ji ber şer di demên dawî de tengasiyên mezin dikişînin. Huseyîn Demîrcî da zanîn titûna wan berê diçand, dişand Iraq û Sûriyeyê, lê ji ber şerê 5 salên dawî pirsgirêkên mezin dijîn. Demîrcî aşkera kir ku titûna ku berhev dikin kîloya wê 25 û 50 TL'yî difiroşin, heke şer bi dawî bibe û aboriya li welat bi pêş keve, dê kîloya titûna herî baş bi 100 TL'yî bê firotin. Demîrcî destnîşan kir ku karê titûnê karekî zehmet e, ew neçarin karkeran bidin xebatê û ev tişt got: "Me li 10 doniman titûn çandiye. Ji vî erdî 3 donim ê me bixwe ye, ê din aydê hin kesên din in, em rêncberiyê dikin. Hateya ji erdê nîvekê wê derbasî me dibe. Hateya din jî nîvekê wê diçe heqê karkeran û mesrefan." Dayika 4 zarokan Sakîne Demîrcî (44) jî da zanîn karê titûnê di gelek merheleyan re derbas dibe û eleqeyeke mezin dixwaze û wiha axivî: "Li gel karê rojane em bi xwedîkirina zarokan re jî mijûl dibin, karê titûnê bi taybetî ji bo jinan gelekî zehmet e." 'Çi kar hebe em dikin' Jina bi navê Rahîme Almaz (43) dayika 4 zarokan e, dide xuyakirin ku ew rojê bi 50-60 TL'yî dixebitin, rewşa wane aborî zêde ne baş e, li gel wê di kirê de rûdinên. Almaz a ku nexweşiyên wêyên wekî tansiyon û şekir jî hene ev tişt got: "2 zarokên min diçin zanîngehê. Hevjînê min karkerê înşaetê ye, bi xebata hevjînê min re em zehmetî debara xwe dikin. Wekî karkerên demsalê jî em diçin kartol, qeysî û bepbo jî." Dayika 5 zarokan Yasemîn Gungormuş (47) jî destnîşan kir ku ji derveyî yomiya ku digirin tu hateya wan tune, di saetên serê sibehê de ji bo şkandina titûnê diçin kar û çi kar bê pêşiya wan dikin (ms)