‘Divê herkes bi Şirnexiyan re bibe yek rih’ 2016-08-27 09:14:50 ŞIRNEX (DÎHA) – Xebatkarên jin ên Şaredariya Şirnexê û Endamên Jinê ya Ji bo Aştiyê, ji bo jinên Şirnexê yên ku 6 mehin di konan de li ber xwe didin paketên taybet amade dikin. Endama Hewildana Jinê ya Ji Bo Aştiyê Macîde Şîmşek diyar kir ku ji bo gelê Şirnexê ya herî girîng têkiliye û wiha axivî: “Divê her kes bi gelê Şirnexê yê berxwedêr re bibe yek rih û piştgiriyê bide berxwedana wan.” Li Şirnexê piştî êrîşên qirkirinê yên hêzên dewletê bi hezaran welatiyan li derdora bajêr kon vedan û berxwedana Şirnexiyan 165 roj in didome. Hêzên dewletê di bin navê “qedexeya derketina derve” bi keçpeyên kar 2 meh in bê navber malên gel hildiweşîne. Piştgirya bi gelê Şirnexê re jî bê navber berdewam dike. Xebatkarên jin ên Şaredariya Şirnexê û Endama Hewildana Jinê ya Ji bo Aştiyê Macîde Şîmşek ji bo jinên ku 6 meh in li hemberî êrîşên hêzên dewletê di konan de li ber xwe didin paketên taybet amade dikin. Macîde Şîmşek têkildarê paketa ji bo jin û zarokan tê amadekirin de axivî û diyar kir ku pêwistiya Şirnexiyan bi her tiştî heye û divê kesên hestiyar destê xwe dirêjî Şirnexiyan bikin. ‘Gelê Şirnexê di şert û mercên giran de dijîn’ Şîmşek bilêv kir ku wê hertim li ser rûpelên civakî êrîşên hêzên dewletê û berxwedana gelê Şirnexê şopandiye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Piştî Nisêbinê ji bo ku ez bi çavên xwe qetlîam û talana ku hêzên dewletê li Şirnexê pekanî bibînim min berê xwe da Şirnexê. Ez jî ji bo amadekirin û belavkirina alîkariya ji bo Şirnexiyan hatiye dixebitim. Gelê Şirnexê bi mehan e di bin şert û mercên zehmet de di konên ku derdora bajêr vedane de dijîn. Min berxwedanek mezin li derdora Şirnexê dît. Ji ber wê jî divê her kes berê xwe bide Şirnexê û bi gelê Şirnexê re bibe yek rih” ‘Gelê kurd bi komkujiyek giran re rû bi rû ye’ Şîmşek bal kişand ser piştgiriya bi gelê Botanê re û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kesên ku ji bo piştgiriyê tên Botanê divê ne rojekê demek dirêj bi gelê botanê re derbas bike ji bo ku êşa wan fêm bike. Encax bi vî awayî mirov dikare rastiya jiyana gelê Botanê fêm bike. Ji salên 90’î heya niha gelê kurd rastî hemû cureyên komkujiyên dewleta tirk hatiye û îro jî gelê kurd bi komkujiyek giran re rû bi rû ye. Ligel hemû komkujiyên dewleta tirk jî gelê kurd dest ji berxwedan û tekoşîna xwe bernedaye.” ‘Ji bo 3 hezar jinan paketên cilên taybet hatin amadekirin’ Şîmşek got ku ew bi rojan e ji bo Cejna Qurbanê paketan amade dikin û wiha pêde çû: “Me ji bo jinan kampanyaya cilên taybet dabû destpêkirin. Niha jî alîkariya di çarçoveya kampanyaya ku hatî destpêkirin amade ye. Armanca me ew e ku em van paketan bigîhinin 3 hezar jinên ku 6 meh in di konan de li ber xwe didin. Hefteya were em ê ji bo Cejna Qurbanê dest bi belavkirina paketan li konan bikin.” Şîmşek herî dawî bang li kesên hestiyar kir û got: “Divê kesên ku di Cejna Qurbanê de qurbanê bidin vê yekê bi gelê Şirnexê re parve bikin û ji bo ku ev alîkarî cihê xwe bigire ev yek di demek nêz de pêk were." (kom/no/mae)