Dê bi Alên Mor wekheviya jin û mêr pêk bînin 2016-08-22 09:14:35 AMED (DÎHA) - Sala çûyî li Amedê ji bo di kargehan de îstihdama jinên bê zêde kirin, pêkanîna Ala Mor hatibû destpêkirin, pêvajoya duyemîn dest pê kir. Midûra Şaxa Bihêzkirina Aboriya Jinê û Seroka Dayreya Polîtîkaya Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin Fatma Esmer, diyar kir ku pi serdema duyemîn re dê tenê Ala Mor nedin, di heman demê de wekheviya jin û mêrê jî pêk bînin. Serokatiya Dayreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, sala çûyî ji bo piştgiriyê bide îstihdama jinê, ji bo xizmeta hêj rihet bide avakirin, destekê bide xebatên jin û xebatên jinê bi pêş bixe, pêkanîna Ala Mor xistibû dewrê, serdema duyemîn hat destpêkirin. Serokatiya Dayreya Polîtîkayên Jinan sala çûyî bi 123 kargehan re yek bi yek hevdîtin pêk anî, tenê Ala Mor dan 23 kesan. 'Armanc zêdetir jinan tevli jiyanê bike' Midûra Şaxa Bihêzkirina Aboriya Jinê û Seroka Dayreya Polîtîkaya Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin Fatma Esmer, der barê pêkanînê de axivî û aşkera kir ku pêkanîn di serdema duyemîn de ye û piştrast kir ku ew bi vê riyê dixwazin jinan hêj zêdetir tevli jiyanê bikin. Esmer bi lêv kir ku di hemû qada jiyanê de xebatên jinê kêm in, di ailyê girtina kargeh û derxistinê de di serdema yekemîn de di elehê jinan de pêk hatiye. Esmer da zanîn di serdema yekemîn de di nava salekî de tenê xebatên jinan hatine tespîtkirin. Esmer diyar kir ku wan bi 123 kargehan re hevdîtin pêk aniye û der barê wekheviya jin û mêr de nêrînên xwe jî parve kirine. Esmer got piştî serdema Ala Mor hatiye destpêkirin, şer jî destpê kiriye, ji ber şer destpêkê xwediyên kar jin ji kar derxistine. Esmer aşkera kir ku jinan ji ber vê xebata şaredariyê kêfxweşiyeke mezin aniye ziman û gelekî ji vê xebatê hez kirine û wiha pêde çû: "Diyar kirin ku ew bi vê xebatê batine bi bîr anîn. Jinên ku me bi wan re hevdîtin pêk anî, pirsgirêkên xwe ji mere dibêjin. Mînak pirsgirêkên wekî sîgorte, gelek maeşên kêm digirin, dîsa kreşên ku zarokên xwe daynin." Esmer destnîşan kir ku ew ketine serdema duyemîn a xebatê dê hefteya pêş ev xebat aktîf be, heta niha 77 kargehî re hevdîtin pêk anîne. Esmer bi lêv kir ku ji van tenê 24 hev xebatkarên jin dîtine. Esmer amî ziman wan tenê Alên Mor nedane wan, di heman demê de ber barê wekheviya mêr û jinê de jî nîqaş meşandine. Esmer da zanîn wan naveroka xebata xwe guhertiye û dê bi jinên karker re civîn û perwerdeyan jî bigirin. Esmer herî dawî aşkera kir ku xebata li navendê hatiye destpêkirin, dê li tevahiya navçeyan berdewam bike. (ms)