Rêxistinên jinan: Em ê mafê xwe yê xwendina Ozgur Gundemê biparêzin 2016-08-21 09:09:40 ENQERE (DÎHA) - Rêxistinên jinan ku nerazîbûn nîşanî girtina rojnameya Ozgur Gundemê dan, diyar kir ku bi vê êrîşê xwestinê weşanek azadiya jinê diparêze bêdeng bikin. Rêxistinên jinan bi gotina, "Ev rojname li hemberî medyaya hewizê rastiyan tîne ziman. Ji ber vê em mafê xwe yê xwendina Ozgur Gundemê diparêzin" balkişandin ser girîngiya rojnameyê. Rêxistinên jinan ên Enqereyê êrîşên li hemberî rojnameya Ozgur Gundemê bi tundî şermezar kirin û banga piştgiriyê anîn ziman. Endama Komîsyona Jinan a Komeleya Parêzerên Azadîxwaz (OHD) Atiye Arikan bi bîr xist ku bi hinceta pêvajoya OHAL'ê dixwazin çapemeniya azad bêdeng bikin û wiha got: "Dixwazin hêzên têkoşîna mafan, azadî û demokrasiyê didin biçewisînin. Darpkirin û îşkencekirina rojnamegeran derveyî mirovahiyê ye. Heta niha 89 endamên çapemeniya azad di encama van êrîşan de hatin qetilkirin. Bi dehan car hate girtin lê Ozgur Gundemê paşve gav neavêt. Em her tim li rex vê rojnameyê ne û divê di zûtirîn demê de dawî li vê bêdadiyê bê." 'Li erdnîgariya me Ozgur Gundem alek e' Endama Platforma Rawestandina Qetilkirina Jinan Gulsum Kav jî diyar kir ku girtina rojnameyek xwedî dîroka berxwedanê 'bêhedî' ye. Kav ev tişt gotin: "Li hemberî hemû zordariyan jî xebatkarên rojnameyê li berxwe didin. Ji erdî heta esmanî lêgerînek wan a mafdar heye. Ji ber vê em heta dawiyê li cem Ozgur Gundemê ne. Ozgur Gundem li erdnîgariya me alek e. Sembolek pir girîng e. Me gelek tişt dîtin û derbas kirin. Di demek ev qas bi hêz de em tu car gav paşve naavêjin." 'Çapxaneya gelên bindest e' Ji Saziya Jinên Ser Rûyê Erdê Elîsabetta Carcar jî got ku rojname çapxaneya gelên bindest e û wiha domand: "Li hemberî ev qas medyaya hewizê ev rojname rastiyan tîne ziman. Tekane sûcê wê jî ev e. Em wekî Jinên li Ser Rûyê Erdê li hemberî zilma AKP'ê piştgiriyê didin Ozgur Gundemê. Ji bo dawî lê anîna vê zordariyê divê herkes piştgiriyê bide." (eb)